Li Zonguldakê di hezazê de jinek û kurê wê jiyana xwe ji dest dan

Li Zonguldakê ji ber hezazê di encama hilweşîna malê de jin û kurê xwe di bin xirbeyê de man cenazeyê dayik û kurê wê dû re ji bin kavilan hat derxistin.

Navenda Nûçeyan- Li taxa Asma ya kolana Tulumba ya Zonguldakê, di encama barana dijwar de hezaz çêbû. Ji ber hezazê, di encama hilweşîna mala yekqatî de welatiya bi navê Perîhan Çakar a 82 salî û kurê wê Saît Çakar ê 51 salî di bin xirbeyê de man.

Ji bo dîtina dayik û kurê wê xebat hatibûn destpêkirin û şeva din navber hatibû dayîn. Di danê sibehê de xebat dîsa hatin destpêkirin. Di encama lêgerînê de cenazeyê Perîhan Çakar û kurê wê Sait Çakar hat dîtin. Li gorî daxuyaniya fermî; ji ber îhtîmala hezazê 14 mal hatine valakirin û 42 kes ji malên xwe derketine.