Li Yemenê 11 hezar zarok an birîndar bûn an jî hatin qetilkirin

UNICEF, li Yemenê ji sala 2015’an ve di şerên navxweyî de jimara zarokên hatîn qetilkirin û birîndar bûne gihaye 11 hezaran.

 

Navenda Nûçeyan – Yemen, şerên navxweyî yên ku ji sala 2015’an ve destpêkirî bi krîza mezin ya mirovî re rû bi rû hatiye. Fona Alîkarî ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li Yemen’ê ji sala 2015’an ve jimara zarokên hatîn qetilkirin û birîndar bûne gihaye 11 hezaran.

UNICEF, di rapora ku weşandî de da zanîn ku, zarokên ku ji şerê Yemenê bandor bûne derketiye 11 hezaran û ji wana zêdetirî 3700’an jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat xuyakirin ku jimara zarokên leşker yên li Yemenê nêzîkî 4 hezar û ji wan 91 jî zarokên keç in.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di pevçûnan de 445 zarok hatine girtin, 152 zarok hatine revandin, 29 jê zarokên law û 18 jê zarokên keç 47 zarok rastî êrişa zayendî hatine û hat ser ziman ku li tesîsên perwerdê 672, li tesîsên tendurustiyê 228 êriş hatine pêkanîn.

UNICEF’ê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Yemen, ji ber ku 2 milyon zarok nikarin biçin dibistanê, bi krîza perwerdê re rû bi rû ye û ji ber sedema ji çar dibistanan yek tê xirakirin dibe ku ev hêjmar di pêşerojê de bigihe 6 mîlyonî.

‘Bi sed hezaran zarok di bin metirsiya mirinê de ne’

Rêvebera Îcra ya UNICEF'ê Catherine Russell piştî serdana Yemenê ya vê mehê got: "Ji bo zarokan jiyan bûye, têkoşîna ji bo jiyanê. Bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran jî hîna dibin metirsiya mirinê de ne. Ji bo pêşerojek baş ya zarokên yemenî divê civaka navnetewî û her kesê ku xwedî bandor parastin û pişgiriya wan xwedî derkevin. Ji bo vê agirbest wê bibe gavek erênî. Di dawiyê de, tenê aştiya domdar dê rê bide ku malbatên jiyana wan ya parçebûyî ji nû ve were avakirin û wê rê bide ku ji bo pêşerojê dest bi plansaziyê bikin."