Ji bo Jîna Emînî Xelata Mafên Mirovan û Raseriya Hiqûqê

Xelata Mafên Mirovan û Raseriya Hiqûqê ya Fransa-Elmanya ku di qadên mafên mirovan û raseriya hiqûqê de tê dayîn, dan Jîna Emînî ya li Îranê hatibû qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Xelata Mafên Mirovan û Raseriya Hiqûqê ya Fransa-Almanya ya Navdewletî ji jina Kurd Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hatibû qetilkirin re, hat dayîn. Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku li ser servîsa tora dîjîtal a Twitterê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" vîdyoyek weşandin, diyar kirin ku xelat ji bo Jina Emînî û jinên ku bi wêrekî li Îranê li ber xwe dane hatiye dayîn.

'Gelê Îranê jiyaneke normal dixwaze'

Her du wezîran diyar kirin ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" sloganek gerdûnî ye û diyar kirin ku bi vê dirûşmê gelê Îranê jiyanek asayî û bê cudahî û tundî dixwaze. Her du wezîr gotin, "Ev xelat ji bo bîranîna xwepêşanderên ku hatin qetilkirin û îdamkirin, di nav wan de bi dehan zarok e."

'Rejîma Îranê 450 kesan qetil kir'

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di wê vîdyoyê de got: “Ji destpêka xwepêşandanan ve, rejîma Îranê zêdetirî 450 mêr, jin û zarok qetil kirine û zêdetirî 18 hezar kes ji wan çalakvanên mafên mirovan girtine.”

Armanca xelatê çi ye?

Elmanya û Fransa ji sala 2016’an ve bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê vê xelatê didin. Armanca xelatê ew e ku li ser navê gerdûnîbûna mafên mirovan peyamek zelal bişîne û piştgirî bide kesên ku ji bo parastin û pêşvebirina mafên mirovan têdikoşin an jî ji bo serweriya qanûnê li çaraliyê cîhanê însiyatîfan digirin dest.