Li Îranê têkildarî serhildanên Jîna Emînî duyemîn darvekirin hat jiyîn!

Ji serhildanên li bajarên Îran û Rojhilatê re bersiva rejîmê darvekirin bû, di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî de duyemîn navê ku hat girtin û îdamkirin Macid Reza Rehnewerdî bû.

Navenda Nûçeyan – Piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê xwepêşandanên berfireh li seranserî welat berdewam dikin. Rejîma Îranê li Meşhedê biryara xwe ya duyemîn a îdamê ya têkildarî çalakiyan pêk anî. Piştî welatiyê bi navê Mohsen Şekarî ku di 8’ê Kanûnê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat îdamkirin, Mecîd Riza Rehnewerdî bû duyemîn çalakvanê ku tê îdamkirin. Hat zanîn ku Reza Rehnewerdî bi mebesta ku gel çavtirsî bê kirin li qadeke vekirî hatiye îdamkirin.

Di roja 22’an ya girtinê de hat îdamkirin

Mecîd Reza Rehnewerdî yê 23 salî di 19’ê Mijdarê de, bi hinceta kuştina 2 hêzên sîxur ên basic-ajan ku di xwepêşandanên 17’ê Mijdarê de li Meşhedê di nav gel de hatibûn bicihkirin, du roj piştî bûyerê hatibû girtin. Serdozgerê Meşhedê, ragihand ku 5 roj piştî bûyerê, Mecîd Riza Rehneverdî bi muxalefeetbûnê hatiye tawanbarkirin. Di dema ku Mecîd Reza Rehnewerdî tenê 22 rojan girtî mayî de, mafê wî yê xwe parastinê tune bû.

Rûniştina dozê bêyî parêzer pêk hat

Doza ku şandin Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê, di 29'ê Mijdarê de biryar hat dayîn. Mecîd Reza Rehnewerdî di doza ku parêzerê wî lê amade nebû de cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, welatiyê bi navê Mahan Serdaret niha di bin xeteriya îdamê de ye.

Rejîma Îranê ragihand ku piştî darvekirina Mohsen Şekarî 12 kesên din jî bi darvekirinê hatine seza kirin.