Çalakvana Afganî Zarîfa Yaqobî hat berdan
Aktîvîst Zarîfa Yaqûbî ku bi hevalên xwe re ji aliyê Talîbanê ve li Afganîstanê hatibû girtin, piştî bertekên tund hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana Afganî Zerîfe Yaqûbî û komek hevalên wê di civîna çapemeniyê ya ji bo ragihandina avakirina ‘Tevgera Wekheviya Jinên Afganî’ li taxa Deşt Barçî ya bajarê Kabîlê yê Afganîstanê di 4’ê Mijdarê de ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin. Zerîfe Yaqobî duh hat berdan, ji bo serbestberdana wê gelek bang hatin kirin.
Endama berê ya Meclisa Nûneran a Afganîstanê Fewziya Kofî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a twîtterê serbestberdana çalakvan ragihand. Fewziya Kofî got: “Bi xêr hatî ezîz. Têkoşîna we ji bo hevrêyên we û azadîxwazan mînak e.”
Gelek rêxistinên mafên mirovan serbestberdana Zerîfe Yaqobî parve kirin û bi kêfxweşî pêşwazî kirin.