Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 46 hezar û 565
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawîn de 28 kes jiyana xwe ji dest dane 46 hezar bû 565.
Navenda Nûçeyan - Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê da der barê êrîşên ku Îsraîlê 464 roj in li ser Zîvala Xezayê dimeşîne de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de di 2 êrîşên ku artêşa Îsraîlê li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê pêk anîn de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û 89 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xweji dest dane derket 46 hezar û 565’an û hejmara birîndaran jî derket 109 hezar û 660’an.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku hîn jî di bin xirbeyan û li kêleka rê de kuştî hene, lê ji ber astengiya hêzên Îsraîlî tîmên tenduristiyê û hêzên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.