Şêniyên Kantona Firatê komkujiya Parisê şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê meşek girseyî li darxistin.

Kobanê – Ji bo şermezarkirina 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Cileyê ya sê jinên şoreşger ên Kurd Sara (Sakîne Cansîz), Rojbîn (Leyla Şaylemez), Ronahî (Fîdan Dogan) hatin qetilkirin, bi hezaran şeniyên Kantona Firatê  meşek girseyî li darxist.

Meş li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê destpêkir û heta Qada Aştiyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiya parîsê û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jîyan Azadî ‘ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.

‘Em ê bi hêza xwe bersîv bidin kujeran’

Piştî deqeyek rezgirtinê, li ser navê Tevgera Jin a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî  û wiha got: “Em di  12’yemîn salvegera komkujiya Parîsê de di şexsê her sê jinên pêşneg de hemû şehîdan bi bîrtînin. Fransa qaşo welatekî demokratîk û aştiyê ye, lê berovajî wê yekê ye. Parîs li dijî pêşengên me bûye bajarê MÎT'ê. Doh Sakîne bû, îro jî Evîn û hevrêyên wê. Dewleta Tirk ne tenê li wir, di heman demê de li vir jî jinan dike hedefa xwe. Lê ev ne komkujiya yekem e, rojane komkujî pêk tên. Li konvoya gel a li bendava Tişrînê dan. Di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê em bi israr in ku em ê bi ser bikevin û bi hêza xwe bersivê bidin kujeran.”

Meş bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Berxwedan Jîyane’ bi dawî bû.