Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 543 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 107’emîn 543 rojan li pey xwe hişt.

Mexmûr- Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 543’emîn de bi dewirgirtina koma 107’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 106’emîn Sîpan Yaman axivî.

‘Hêza ku ji Îmraliyê derdikeve ji bo tevahî mirovatiyê bûye çavkaniya herî mezin’

Sîpan Yaman, da zanîn yekane armanca van azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Em wek gelê Kurd rojên dîrokî jiyan dikin. Dijmin bi hemû cure lêyistokan êrişê Rêbertî û gelê Kurd dike û dixwaze gelê Kurd tûne bike. Lê hêza ku ji Îmraliyê derdikeve ji bo Rojhilata Navîn û tevahî mirovatiyê bûye çavkaniya herî mezin. Em wek gelê Kurd bi hêza ku ji Îmraliyê digrin re dijmin tûne bikin. Dewleta Tirk bi hedefgirtina pêşengên me dixwaze gelê Kurd û ciwanan bêdeng bike. Lê em wek Tevgera Ciwanên Mexmûrê di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi israr û biryar in. Heta ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em ê li seranserê Kurdistanê û derveyî welat li qadan bin.”

‘Emê tola şehîdên xwe yên Bendava Tîşrînê hilînin’

Sîpan Yaman, êrişên dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku tola şehîdên xwe yên Bendava Tîşrînê hilînin. Em berxwedana dayikên Rojavayê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya ji bo hemû têkoşînvanan dişînin.”

Sîpan Yaman, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Merasîm bi dewirgirtina koma 107’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.