Ji 68 rêxistinan ji bo Pexşan Ezîzî bang: Cezayê darvekirinê rawestînin

68 Rêxistinên Mafên Mirovan, aktivîstên jin yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyekê banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî kirin û ev bang kirin: “Ji bo rawestandina biryarê, pêngavên cidî bavêjin.”

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo rojnamevan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, her ku diçin zêde dibin. Divê çarçoveyê de 68 Rêxistinên Mafên Mirovan, aktivîstên jin ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, daxuyaniyek hevpar parevekirin.

Di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî, navend, rêxistinên yasayî hate kirin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî hatî dayîn, gavên cidî bavêjin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Pexşan Ezîzî jiyana xwe ji bo parastina jinan, girîngîdana bi wekheviya di civakê de xerc kir. Darvekirina Pexşan Ezîzî wê li ser mirovahiyê bibe rûpelek reş.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyarkir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.