Li Tetwanê jinek hat binçavkirin

Hat zanîn ku li navçeya Tetwana Bedlîsê jina bi navê Nasihat Kiliçkiran hatiye binçavkirin.

Bedlîs- Li navçeya Tetwana Bedlîsê vê sibehê di serdegirtina malan de jina bi navê Nasihat Kiliçkiran hat binçavkirin.

Sedema binçavkirina Nasihat Kiliçkiran a 45 salî nehat zanîn, hat destnîşankirin ku der barê dozê de biryara veşartinê hatiye dayîn. Der barê mijarê de malbatê da zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Nasihat Kiliçkkiran hene û divê zû were berdan.

Li Tetwanê 5 roj in pevçûn tê jiyîn, li gundê Peyindas di roja Îna borî de 2 jê şivan 8 kesên hatin binçavkirin hatin dadgehkirin. Li edliyeya Bedlîsê ji derveyî kar û barên îfadeya 8 kesan berdewam dike, vê sibehê li Hîzanê du kes hatin binçavkirin û birine edliyeyê. Li gel Nasîhat Kiliçkiran kesên ku li bajar hatine binçavkirin hejmara bû 11.