HDP û Partiya Çepên Kesk xebatê xwe ên dema nû diyar kir

Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk ên piştî hevdîtinên bi gel re hatin lidarxistin bi dawî bûn. Encamên derketin holê wê weke raporekê pêşkeşî komîsyona kongreyê bikin.

Navenda Nûçeyan-  Komxebat û atolyeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinê di çarçoveya ‘pêvajoya rexne û rexnedayînê de’ ku weke jinûveavakirinê dabû destpêkirin bi dawî bûn. 

Pêvajoya ku bi civînên gel destpêkirî, di vê çarçoveyê de du komxebatên ser bingehê xwebirêxistinkirin û siyasî hatin lidarxistin. Di komxebatê de di heman demê de bi sernavên cûda atolyeyên xweser ên jinan jî di nav de bi giştî 5 atolye hatin kirin. Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, akademîsyenên di qada xwe de pispor, endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê, rêveberên partiyê û gel tevli van komxebat û atolyeyan bûn.

Di rûniştian de tevlibûnek xurt ji bo komxebat û atolyeyan hebû û pêşniyar bi nivîskî hatin pêşkeşkirin. Ji partiyan hat xwestin ku di serdema nû de xebatên Îslama Demokratîk bên zêdekirin, nirxên civakî berçav bên girtin û polîtîka di vê çarçoveyê de bên pêşxistin. Di pêşniyaran de hat xwestin ku bawerî bi awayekî azad û wekhev bên nirxandin û li dijî nêrîna Îslama Siyasî, bi sazî û avadaniyên pêşengtiya nirxên Îslama Demokratîk dikin re hevkarî were kirin.

Der barê çareseriyan de wê biryarên giring werin girtin

Di komxebatan de di heman demê de li ser perspektîfa HDP û Partiya Çepên Kesk a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên kurdan hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê bi pêşengtiya Tifaqa Kurdistanî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hemleyeke nû were destpêkirin. Hat ragihandin ku Partiya Çepên Kesk û HDP dê di çarçoveya pêşniyarên hatine kirin de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd biryarên girîng bide.

Daxwaza berfirehkirina tifaqan

Yek ji mijarên din a hatiye nîqaşkirin jî bêhêvitiya piştî hilbijartinên di nava gel de belav bûye. Di nîqaşan de derket holê ku dê hewayê neyînî yê piştî hilbijartinê hatiye afirandin ji hêla hêzên demokrasiyê ve bi tu awayî neyê qebûlkirin. Her wiha ev rexneya; Tifaqa Ked û Azadiyê di mijara bûyîna sîwana hemû derdorên bindest, jin, kedkar, demokrat û hêzên sosyalîst ên çepgirde teng ma hate kirin. Di encama nîqaşan de hat gotin ku divê tifaq xetekî siyasî ava bike û di serdema nû de pêşengtiya muxalefetê bike. Hat ragihandin ku dê çarçoveya xeta siyasî di pêvajoya pêş de di konferansan de bê nîqaşkirin. 

Wê rapor di rojên pêşde were pêşkêşkirin

HDP û Partiya Çepên Kesk ber bi pêvajoya kongreyê ve diçin. Dê rexne û pêşniyarên di civînên gel de hatine kirin, yên di atolye û komxebatan de hatine kirin dê weke raporekê pêşkeşî komîsyona kongreyê were kirin. Dê HDP û Partiya Çepên Kesk di çarçoveya van encaman de jî xeta polîtîk a rêveberiya nû diyar bike.