Ji Rêveberiya Xweser ji bo darizandian DAIŞ’ê bang

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din ji bo darizandina DAIŞ’ê bang li civaka navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya ku dayîn de diyarkir ku di peydakirina cih, pêdiviyên girtîgehan û parastina herêmê ji xetereya DAIŞ`ê de gelek zehmetî kişandin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kirin ku asanî û alîkariyan pêşkêş bikin da ku darizandina çeteyên DAIŞ`ê çalak bibe û edaleta civakî û ya navneteweyî pêk were û wiha hate gotin: “Dozên zarokên DAIŞ`ê, xeteriye. ji bo ku tevli civakê bên kirin divê navendên perwerdekirina wan bê vekirin. Ew qurbanên fikrekî terorîst in. Perwerdekirina wan rê li pêşiya xetereyeke pêşerojî digire ku dê bandor li seranserî cîhanê bike. Her derengmayînek vê xeteriyê zêdetir dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji bo rê li pêşiya firehbûna vê fikrê tundraw bê girtin û berjewendiya herî bilind a pêkhateyên herêmê were parastin, daxwaz kirin ku civaka navnetewî di vî alî de amade û vekirî be ji bo parastina pêşeroja zarokan bang hat kirin.