Ji PWA berteka Talîbanê: Cîhan dê nav vê terorê de were xişkandin

PWA di salvegera dagirkirina Efganîstanê de ji aliyê Talîbanê ve ji dewletên cîhanê re got, "Em bawer dikin ku ev karesat tenê bi Efganîstanê re sînordar namîne û di dawiyê de cîhan wê di nav vê terorê de were xişkandin."

Navenda Nûçeyan – Jinên Xwepêşandêr ên Efganîstanê di sala duyemîn a desthilatdariya Talîbanê ya li Afganîstanê desteserkir daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin der barê rapora Neteweyên Yekbûyî NY de hat diyarkirin ku di sala 2020’an de li welêt rêjeya xizaniyê 19 milyon bû, di sala 2022’an de ev rêje derket 34 milyonî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku maf û azadiyên bingehîn ên gelan, qadên zayendî, civakî û çandî hatine tinekirin û wiha hat gotin: “Jinên ku di refên herî pêş ên beşên civakî yên herî mexdûr û bindest ên welat de cih digirin, bi awayekî sîstematîk jin ji ji qada civakî hatine derxistin.. Li gel gelek raporên rêxistinên navneteweyî, gelek raporên herêmî jî îşaret bi vê krîza giran a mafên mirovan dikin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên mafan ên li welat wiha hatin rêzkirin û bal hat kişandin ser tundî û cudakariya li ser jinan:

 “* Azadiya derbirînê, binpêkirina mafê gelan a rêxistinbûna aştiyane û kiryarên wan,

 * Binpêkirina mafên civakî-aborî û xerakirina edaleta aborî,

 * Jicîhûwarkirina bi zorê,

 * Desteserkirina mal û warên komên etnîkî yên xwecihî yên li bakurê Efganistanê.”

 'Cîhan wê di nava vê terorê de were xişkandin'

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku siyaset û pêkanînên Talîbanê ji aliyê dewletên navneteweyî ve tên paşguhkirin û wiha hat gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku diyalog û danûstandina bi komeke terorîst fîdyeya terorê ye û dê ev krîz bigihêje asta jor. Em di wê baweriyê de ne ku ev karesata berdewam dê tenê bi Efganîstanê re sînordar nebe û di dawiyê cîhan dê nav vê terorê xişkandin. Ji bo vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî û bi taybetî welatên ku siyaseta derve ya femînîst dişopînin, dest ji piştgirî û hevkariya bi Talîbanê berdin, li cem jinan û hêzên demokratîk bin.