Îranê îşkence li Leyla Paşaî kir

Hate ragihandin ku Leyla Paşayî ya ku bi hinceta beşdarî çalakiya 8’ê Adarê ya bûye, hatiye binçavkirin, ji bo sûcên li dijî wê îtîraf bike, li Rêveberiya Îstixbarata Sine hatiye îşkencekirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, parêzvana mafê jinan Leyla Paşaî bi hinceta ku li dijî cezayên darvekirin, hîcaba bi zorê, zewaca zarokan û beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûye, di 9’ê Adarê de hatibû binçavkirin. Birayê parêzvana mafan Sardar Paşaî li ser hesabê xwe ya platforma medyay dijîtal X’ê, bi parvekirinekê diyar kir ku ji bo xwîşka wî ew sûcên derbarê wê de hatî îdeakirin îtîraf bike li Muduryeta Îstixbaratê îşkenceyê lê kirine.

Di peyama Sardar Paşaî de ev tişt hate gotin:

“Xwîşka min Leyla Paşaî, ji aliyê Muduryeta Îstixbarata Sîne ve wek xwîşka min Saman ku 90 rojan bi awayek hovane îşkence lê hati kirin, cardin ji aliyê heman yekîneyê ve hate binçavkirin. Ger mirov li agahiyên ku tê parvekirin û nêzîkatiyên dij mirovane yên yekîneya îstixbaratê li dijî girtiyan meyze dike, em wek malbata çar jinên girtî, bi armanca ku em derbarê rewşa wan a tenduristiyê de agahî bigrin, demildest em daxwaza hevdîtinê dikin. Bila hikûmet bizane, binpêkirinên zagonî û senaryoyên dûbare tenê xwê li birîna gel dike û hêrsa wan gur dike.”

Ji dervayî Leyla Paşaî, Suheyla Metaî, Soma Muhammed Rezayî û Baran Seîdî jî bi hinceta ku beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne hatine binçavkirin. Heta niha ji aktîvîstên jin tu xeber nayê girtin.