Li ser sînorê Yunanistanê lêgerîna tazî û îşkence li du jinan hat kirin

Nivîskar û endama PEN a Kurd Meral Şîmşek 29'ê Hezîranê dema ji Tirkiyeyê derbasî Yunanîstanê bû ji aliyê polîsên Yunan ve rastî lêgerîna tazî û lêdanê hat.

Navenda Nûçeyan - Nivîskar û endama PEN a Kurd Meral Şîmşek û jina ji Rojava ya bi navê Dîcle 29'ê Hezîranê de dema ji Tirkiyeyê derbasî Yunanîstanê bûn ji aliyê polîsên Yunan ve rastî lêdanê û lêgerîna tazî hatin. Tevî ku Meralê ji polîsên Yunanîstanê re got ku bi îdiaya "propaganda","endamtiya rêxistinê" doza wê heye û ew endama PEN'ê ye jî polîsên Yunan lê dan û dest dirêjî li wê û hevala wê Dicle kirin.

Avêtin ava Meriçê

Meral da zanîn ku polîsan dest dane ser kompîter, telefon û pereyekî mezin ê li gel wan û piştî 24 saetan ew û jina li gel wê avêtine ava Meriçê. Nivîskar Meral a xwediyê xelatên neteweyî û navneteweyî ye dema diçe Îpsalayê li wir bi hinceta "Qedexeya derketina derve binpê kiriye" hat girtin. Meralê piştî 8 rojan di girtîgehê de dimîne tê berdan.