Li Semsûrê şewba gurî xwe nîşan da

Li Semsûrê ku bi hefteyan av ji ber erdhejê qut bûye, welatî bi girseyî di konan de dimînin. Li bajêr ku ava paqij û hawirdora paqij tune ye, bi taybetî di jinan de nexweşiyên gurî û enfeksiyonên destavê derketin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr – Li Semsûrê ku piştî du erdhejên mezin ên navenda wê li Mereşê pêk hatin, bi hezaran xanî hilweşiyan û malên xisar nedîtin, ji 6'ê Sibatê û vir ve gel li kolanan dimînin. Li bajêr hin kes di kon û wesayîtên xwe de dimînin, yên ku nikarin xwe bigihînin konan hewl didin ku xwe li stargehên ku wan çêkirine bi cih bikin. Welatî hîna jî ava paqij û têr xwarina xwe bi dest nexistine. Li navenda bajêr ku av hatiye birîn, av di qazanan de tê kelandin û kesên ku bi van avan xwe paqij dikin hewl didin bi kelandinê cilên qirêj paqij bikin.

Di çadirên ku bi dehan kes lê diman de her ku diçe parastina şert û mercên paqijiyê dijwartir dibe, ji ber kêmbûna hejmara tuwaletên gerok û kêmbûna avê li bajêr gurî, spî û enfeksiyona destavê derket holê. Bijîjkên ku em pê re li ser mijarê axivîn diyar kirin ku rojane bi giştî 3 kes bi teşhîsa destpêkê ya xiroşê serî li wan didin û diyar kirin ku derman têrê nake û ji bo pêşî lê girtina bi lez û bez belavbûna nexweşiyan şert û mercên bikaranîna derman li qadê nîn e.

Xebatkara tenduristiyê Gulşîlan Ormanli ya ku 6 roj in ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re bi dildarî li qadê dixebite û li Cemewî bi nexweşan re eleqedar dibe, diyar kir ku li Semsûrê mirov nikarin xwe bigihînin ava paqij û jîngeheke paqij. Gulşîlan Ormanli diyar kir ku di rewşa heyî de hema bêje ne mimkûn e ku li Semsûrê nexweşî dernekevin.

 ‘Waqayên gurî her ku diçe zêde dibe’

Gulşîlan Ormanli anî ziman ku rewşa heyî ya li bajêr nexweşiyan bi xwe re tîne û diyar kir ku nexweşiya herî zêde ya ku niha pê re rû bi rû dimînin gurî ye. Gulşîlan Ormanli diyar kir ku di weqayên ku eleqedar bûne de ev yek bi zelalî dîtine û wiha got: “Mirov nikarin serê xwe bişûn û di nav hev de dijîn. Vana dibin sedema zêdebûna nexweşiya gurî. Bi taybetî em dibînin ku di konan de bûyerên spî zêde dibin. Li vir bi taybetî pir zêde weqayên gurî tê. Dermankirina guriyê ku her ku diçe zêde dibe nayê pêkanîn.

Li qadê bi awayekê têrner derman nîn e. Ya din jî divê piştî ku derman hat bikar anîn 24 seat şûnde serê xwe bişûn. Lê ji ber ku pirsgirêka ava paqij heye ev rêbazê dermankirinê jî ne gengaz e. Ji ber vê yekê em jî nikarin tedbîrek pêşî lê girtinê bigrin. Divê li bajêr him ava paqij him jî hijyen bê peydakirin. Niha di warê tendûristiyê de em di rewşek zehmet de ne ji ber ku nikarin û tedbîran bigrin.”

‘Bi gelek jinan re enfeksiyona destavê peyda dibe’

Gulşîlan Ormanli anî ziman ku gelek jin ji ber nebûna cilên binî yên paqij û tuwaletên paqij bi enfeksiyona destavê re rû bi rû ne û wiha got: “Bi taybetî pêwistiyê jinan bi cilên binî yên paqij û amûrên paqijiyê hene. Jin di vê warê de gelek zehmetiyan dijîn, nikarin xwe bigihînin pedan jî. Di vê mijarê de lazim e çareseriyek bê dîtin. Ji bo vê bê ku dereng bikeve tedbîrên pêşîlêgirtinê divê bê girtin.”

Gulşîlan Ormanli anî ziman ku heya tedbîrên pêşîlêgirtinê neyê girtin dê nexweşî bi belavbûnê bidomin.