Li Amedê bi pileya 4 erdhejek pêk hat

Li navçeya Pîran a Amedê erdhejek bi pileya 4’an pêkhat.

Navenda Nûçeyan- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li Pîran a Amedê bi pileya 4’an erdhej pêkhatiye. Hat diyar kirin ku erdheja saet di 06.04’an de pêkhatiye, 7 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li gorî agahiyên li Rasathanaya Qandilî jî; Li Pîranê di saet 06:44’an de bi pileya 3.9 erdhejek pêk hat. Kûrahiya erdhejê wek 6 kîlometroyan hat pîvan. Şev jî  saet di 01:38 de erdhejek din ya bi pileya 3,3’ an ku navenda wê Agili-Qulpê pêk hat. Ev erdhej jî bi kûrahiya 3,4 kîlometre pêk hat.