Ji bo malên ku ji deriyên wê derbas nebûn rapora ‘bê xisar e’ dan!
Besîre Aydin a piştî her du erdhejên mezin li kona titûnê tevî malbata xwe dijî anî ziman ku tîmên ji bo tespîta xisarê hatine bê ku ji deriyê mal bikevin hindûr rapora ‘bê xisar e’ dane.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Li Semsûrê ku zêdetirî hezar mal lê hilweşiyan, der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê hejmarek zelal nehat ragihandin. Li bajarê ku ji roja 5’an şûnde dest bi rakirina xirbeyên avahiyan kirin, kavilên avahiyan dirijînin newalan.
Li Semsûrê xebatên tespîtkirina xisarên avahiyan destpê kir. Hat zanîn ku li bajarê yek avahiya xisar nedîtiye nemaye, ji bo malên ku li ser lingan maye ango ji derve qeliştokên wê xuya nake rapora ‘bê xisar e’ tê dayîn. Malbatên mexdûrên erdhejê yên li hemberî raporên tên dayîn bertek nîşan didin, dibêjin ku malên wan ên dîwarên wê qelişînê li hemberî erdhejên berdewam wê nikaribe li ser lingan bimîne. Malbat xwe amade dikin ku li hemberî raporên ‘bê xisar e’ yên ji bo malên wan hatine dayîn, îtîrazê li Wezareta Bajar û Hawirdorê bikin.
‘Bi erdhejek berdewam dê li ser me hilweşe’
Besîre Aydin a li Taxa Cumhuriyet a li navenda bajêr rûdine û destnîşan dike ku ji ber erdhejê malê wan a du qatî xisarek mezin dîtiye, anî ziman ku tîmên hatine ji hewşê li mal nihêrîe û derbarê mala wan de rapora ‘bê xisar e’ dane. Besîre Aydin destnîşan kir ku tîm neketina nav malê jî û wiha got, “Kêliya erdhejê nayê bîra me jî em hemu di şoqê de bûn. Heya du rojan me vê şoqê ser xwe neavêt. Me ji dewletê tu alîkarî negirt. AFAD kon neda me. Em bi xwe li kona xwe ya tûtinê dimînin. Ew roj ji bo tespîta xisarê hatin mala me. Çawa hatine, gotine ‘bê xisar e’. Hemu dîwar an hilweşiyane an jî qelişî ne. Ger erdhej çêbibe dê mal bi ser me de hilweşe. Lê bi gotina ‘bê xisar e’ me bi zanebûn terkî mirinê dikin.”
Îtîraz nehat qebûlkirin
Besîre Aydin anî ziman ku ji bo îtiraza li hemberî biryarê çûne gel rayedaran, destnîşan kir ku ji wan re gotine piştî xebatên tespîtê bi dawî bibe ew ê bikaribin îtîrazê bikin. Besîre Aydin wiha axivî: “Rûxmê ku hê erdhejên berdewam didome ji me re dibêjin ‘biçin bikevin mala xwe’. Di hemu dîwaran de qeliştok hene lê rûxmê vê jî bê ku bêjin kêm xisar e gotine ‘bê xisar e’. Dema ku dîtin mal li ser lingan e li hindûrê malê jî mêyze nekirin.”
Bi dehan car kon xwestin
Besîre Aydin anî ziman ku ruxmê bi dehan caran kon xwestine konek jî nedane wan û tevî malbata xwe ya deh kesan li kona titûnê ya ew bi derfetên xwe ava kirine jiyan dikin. Besîre Aydin a anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya çûne konê heya niha xuşk û birayên wê nexweş ketine wiha axivî: “Bi dehan caran me kon xwest lê nedan me. Di kona ku me bi derfetên xwe çêkiriye em deh kes dimînin. Em hemu li kona tûtinê nexweş ketin. Me bi destê xwe ji bo xwe qadekî stargehê ava kir. Çawa ku baran dibare nav konê tije dibe baran. Hemu qirêjiya tûtinê dikeve hûndirê me û li konê zarokên nexweş hene.”