Li Cindirêsê bi rojan mirov di bin kavilan de man

Xizmên kesên ku ji ber erdheja navenda wê Mereşe li navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî jiyana xwe ji dest dane anîn ziman ku ji bo mexdûrên erdhejê tu alîkarî neçûne, bi rojan mirov di bin kavilan de mane û jiyana xwe ji dest dane.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di erdheja ku 6'ê Sibatê de li navenda navçeya Mareş a Bakurê Kurdistanê bi pileya 7,7 çêbûye zirarên mezin gihişt herêmên Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber erdheja ku bandorê li gelek bajaran kir bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Zêdetirî 650 kesan jiyana xwe ji dest dan

Yek ji cihên ku ji ber erdhejê zirarek mezin dît navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ye. Heya niha tê gotin ku zêdetirî 650 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 257 avahî hilweşîne. Bilançoya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî roj bi roj bilind dibe ji ber heya niha gelek kes di bin kavilan de ne û tu tîmên hawarçûnê ew rizgar nekirine.

Alîkarî tên astengkirin

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin li ser rûpelên civakî alîkariyên ku ji bo navçeya Cindrêsê hatine şandin ji aliyên komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve tên dizîn û li şûna malbatên resen bên belavkirin alîkariyên heyî didin malbatên ereb ên çeteyan. Xizmên kesên ku jiyana xwe li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji dest dane, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

14 kes ji malbata wê jiyana xwe ji dest dan

Necmiyê Neso ku 14 kes ji malbetên wê di kareseta ku li Cindirêsê çêbûye jiyana xwe ji dest dane wiha behsa windakirina xizmên xwe dike: "Zarokên min li Cindirêsê dijiyan, di erdheja ku çêbûye de kurê min tev hevjîn û zarokên xwe ve ji ber hilweşîna avahiyê jiyana xwe ji dest dan. Ew 14 kes bûn. Nêzî 4 rojan di bin kavilan de man heya ku ew derxistin. Tenê kurê lawê min hîna sax bû lê piştî ew rizgarkirin ew jî jiyana xwe ji dest da. Em tu carî vê bûyerê ji bîr nakin. Erdheja ku çêbûye jiyan li me kir dujeh. Birînên me bê derman in. 4 zarokên biçûk ên bê guneh di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan. Avahiya ku tê dijîn bi erdê re bû yek û tiştek ji wan nema. Di heman demê de birayê min û hevjîn û zarokên wan jî di kêliya destpêkê ji erdhejê jiyana xwe ji dest dan. Kurê xwîşkê min û keça birayê min jî wefatkirin. Ev bûyerek reş û tijî êş bi ser me de hat."

‘Dewleta Tirk û çeteyan kiryarên xwe yên dermirovî didomînin’

Leyla Mihemed Nesan ku ji navçeya Cindirêsê ye û 12 kes ji malbeta wê di kareseta erdehejê li Cindirêsê jiyana xwe ji dest dane wiha dibêje: "Malên me li Cindirêsê tevahî hilweşiyan. Cindirêsê bihuşta erdê bû. Piştî erdheja ku çêbûye û avahiyên wê bi erdê re bûn yek jiyan li wir nayê peyda kirin. Di malbata me de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji roja erdhejê  heya niha hîna milet di bin kavilan de ne û ew xilas nekirin. Em bi mirovên xwe re yên li Cindirêsê diaxivin radighînin ku heya aniha tu alîkarî ji wan re nehatiye û her wiha çete alikariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê tên didizin. Ruxmî ku malê gel xirab bû hîna çeteyên dewleta Tirk jî kiryarên xwe didomînin."