Li Rojhilat û Îranê gel kolanan naterikîne

Gelê ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî zext û gefan jî kolan naterikîne, li gelek bajaran çalakiyên xwe domandin.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku di 16’ê Îlonê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kirin, di meha xwe ya 8’emîn de berdewam dike. Gel li welatê ku çalakiyên li dijî hicabeya ferzkirî li her qadê belav bûn, duh bi şev jî kolanan neterikand.

Gelê li bajarên Kirmaşan, Sîne, Urmiye, Arak, Tahran, Gachsaran, Buşehr, Îsfahan, Bam, Serawan, Meşhed, Şîraz û Reştê daketin kolanan, bi taybetî avahiyên basîc avahiyên hikûmetê dan ber agîr, dirûşmeyan berz kirin û nivîsên ser dîwaran çêkirin.

Gelên ku li dijî hemû zilm û qetlîamên rejîma Îranê tevlî serhildanê bûn, armanc dikin ku Komara Îslamî ya Îranê hilweşînin û li şûna wî pergalek demokratîk ava bikin.