Li Reqa li dijî zewicandina zarokan xebat tê meşandin

Rêveberiya Komîteya Edaletê ya Kombûna Jinan a Zenubiya Amîna Hamdan diyar kir ku li Reqayê ku ji çeteyên dAIŞ’ê hat rizgarkirin pirsgirêka zewicandina zarokan didome û destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê xebatên hayjêbûnê dimeşînin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Li bajarê Reqa ê Bakûr û Rojhilatê Sûriye pirsgirêka zewicandina zarokan berdewam dike. Derbarê çareseriya pirsgirêkê de Kombûna Jinan a Zenubiya xebatên xwe didomîne. Rêveberiya Komîteya Edaletê ya Kombûna Jinan a Zenubiya Amîna Hamdan derbarê pirsgirêkê de nirxandin kir.

‘Pirsgirêka zewicandina zarokan berdewam dike’

Amîna Hamdan da zanîn ku hêzên hegononîk ku dixwazin sîstema netewa demokratîk a ku ji bo gel demokrasî û azadî aniye sabota bikin polîtakayên şerê taybet xistine meriyetê û got: “Di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de li Reqa hêjmara zewicandian zarokan zêde bû. Bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin û bajar rizgar bû, lê belê hîna pirsgirêka zewicandina zarokan berdewam dike.”

Amîna Hamdan diyar kir ku derbarê pirgirêkên di encama zewicandina zarokan de derdikeve de xebatên hayjêbûnê dimeşînin, destnîşan kir ku bi zewicandina zarokan re hevberdan jî zêde bûye û got: “Di pêvajoyên hevberdanê de ji bo hevjînan em weke komîteya li hevhatin û edaleta civakê em hewl didin çareseriyên guncaw û aştiyane bibinin. Derbarê giringiya înşakirina civakê de rola jinan em weke seminer didin. Em tu caran rê nadin û hêzên dijmin têkoşîna me ya şoreşgerî zeîf bikin. Jin dixwazin pêşerok ronî înşa bikin.”

Seroka Daîreya Parastina Zarokan Wissam Ahmed Derwiş amaje bi wê yekê kir ku ji bo li ser bingehê demokratîk malbatek bi tendirûst ava bikin divê herdû alî di aliyê piskolojî û rasyonel de xwedî wê gihiştinê be û bi bîrxist ku ji bo înşakirina civakeke bi tendirûst di mijara zarok bi awayek rast were mezin kirin de xwedî hişmendî be. Wissam Ahmed wiha got: “Destpêkê di pêvajoya rast mezinkirinê de, bi dema avakirina kes ve girêdayî ye. Ev rola ku nêzîkatiyên zarokan ên zihnî, azadiya fikrî û bedenek bi tendirûst avakirinê de destpê dike, ev ji aliyê hevjînan ve tê lîstin û erk li ser milê wan e. Malbat berê bingehîn yê pêşxistina civakê ye û di perwerdeya zarokan de û rênîşandanê de xwedî rola herî mezine.”

‘Tundî ziyanên cidî dide’

Wissam Ahmed Derwiş destnîşan kir ku tundîtûjiya di nava malê de û awayê cûdabûna dayîk û bavan, ziyanek mezin dide jiyana zarokan û wiha got: “Gelek deman zarok ji mafê perwerdê bê par tê hêlan, pirsgirêkên psikolojik jiyan dikin. Em jî xwedî li van zarokan derdikevin. Ger di avakirina malbatê de bêparseng hebe, ev rewş zarokê vedigrîne kesek aligirê tundîtûjiyê.”