‘Ji bo rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîlgirtî em ê têbikoşin’

Endama Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ Jiyanda Êzidxan û endama TAJÊ’ê Tewrê Hisên yên derbarê rizgarkirina Feryal Xidir Îbrahîm de axivîn destnîşan kirin ku ew ê heyanî rizgarkirina hemu jinên çarenûsa wan ne diyar e têbikoşin.

Şengal - Firyal  Xidir a ku tevî malbata xwe di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, piştî 9 salan ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Damokrat (QSD) ve hate rizgar kirin û di 29’ê Îlonê  de li Şengalê radestî malbata wê hate kirin.

Endama Fermandariya Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ Jiyanda Êzidxan û endama TAJÊ’ê Tewrê Hisên der barê rizgarkirina jina Êzidxanê Firyal Xidir Îbrahîm ji destê çeteyên DAIŞ’ê axivîn û diyarkirin ku hema rizgarkirina tevahî jinên ku piştî 9 salan hê çarenûsa wan ne diyar e ew ê têkoşîn bikin.

‘Em sipasiya şervanên YPJ û QSD’ê dikin’

Endama Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê Jiyanda Êzidxan despêkê sipasiya hêzên YPJ û QSD’ê  kir û got: “Li ser navê fermandariya YJŞ’ê berî her tiştî em spasiya Hêzên YPJ’ê û QSD’ê dikin. Bi piştgiriya  keda wan me jineke Êzidxanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Niha Firyal derbazî axa Êzidxanê bûye, piştî fermanê ev cara yekêye gav avêt vê axê û li Baxçeyê Rêber Apo ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate pêşwazî kirin. Îro keyfxweşiya me hemûyan gelek mezine, di heman demê de îro cejna cimayî ya Quba Şêbil Qasime di vê rojê de hatina Firyal ji bo me xwedî giringiyek gelek mezine.”

‘Ji bo rizgarkirina esîran kedek mezin tê dayîn’

Jiyanda Êzidxan da zanîn ku ewê heta rizgarkirina her jinekî Êzîdî têbikoşin û wiha dom kir: “Weke hêzên YJŞ’ê erka me ya sereke rizgarkirina yek bi yek jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Weke YJŞ û YPJ’ê piştî fermanê heya niha ji bo rizgarkirina êsîran kedek gelek mezin hate dayîn.  Ji aliyekê hêzên ewlehiya Êzidxanê ji aliyê din jî sazî û dezgehên Şengalê hemû ji bo azadî û aramiya Şengalê ked didin. Weke Hêzên YJŞ em jî wê tevahî kêliyên jiyana xwe ji bo gelê xwe kar bikin. Her wiha ji bo careke din civaka me fermaneke din jiyan neke emê tekoşin bikin.”

‘Firyalê di nava 9 salan de tekoşînek pir mezin daye’

Jiyanda Êzidxan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna Firyalê ya 9 salan û wiha got: “Firyal ev 9  sale bê rawestin li dijî çeteyên hov tekoşîn kiriye û di encamê de jî gihişt xeyalên xwe û bi hatina xwe ya ser axa Êzidxanê bersiveke mezin da wan çeteyan. Em weke hêza YJŞ’ê dibêjin, me xwe bi fikrê Rêber APO perwerde kiriye ji bo wê jî tu hêz nikare me ji bawerî û çanda me dur bixe. Lîstokên ku dixwestin li ser civaka me bidin meşandin hemû vala derketin. Em careke din ji bo malbata Firyalê dibêjin ser xêrê be keça we li we vegeriya bi dilekî xweş û bi piştgiriya YPJ’ê û QSD’ê. Em careke din spasiya wan û her kesekî ku îro li gel Firyal amade bûn dikin.”

‘Xwişka min tevî 3 zarokên xwe di destê DAÎŞ’ê dene’

Endama TAJÊ Tewrê Hisên kêfxweşiya xwe bi van hevokan anî ziman: “Jinek din ya Êzidî ji destê DAIŞ’ê xilas bûye. Em pir keyfxweşin. Di roja Cumayan de keçeke Êzidî vegeriya û emê teslîmî malbata wê bikin, cihê keyfxweşiyê ye. Hêvî û xwesteka me ewe ku hemû jinên Êzidî ku di nava kampa holê de ne,  hêzên YPJ û QSD’ê wan rizgar bikin û ji me re bînin. Xwişka min tevî 3 zarokên xwe di destê çeteyan de ye. Ji mala xalê min jî 12 kes ji wan hatine girtin. Wê rojekê şervan wan jî xilas bikin. Em careke din kêfxweşiya xwe tînin ziman û dibêjin keçeke me li me vegeriya ye em gelek keyfxweşin.”