Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 15’emîn didome.

Mexmûr - 24 sal e li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li seranserî Kurdistan û derveyî welat çalakî tên li darxistin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê jî ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de çalakiya Nobetê ya dorveger hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê ya hatî destpê kirin, bi dewrgirtina koma 15’emîn didome.

Çalakî ji aliyê koma 15’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’emîn Rojbîn Otun axivî.

Rojbîn Otun diyar kir ku wek gelê wargeha Mexmûr ewê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger nebe çalakiyên xwe bidomînin û wê bi têkoşîna xwe bersiv bidin hêzên dagirker.

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.