Peymana Stenbolê li Yekitiya Ewrupayê ket meriyetê

Li Yekitiya Ewrupayê (YE) ji îro pê ve Peymana Stenbolê ket meriyetê. Koalîsyona Jinan ev biryar ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jin û zarokên keç weke pêşketineke girîng nirxand.

Navenda Nûçeyan - Li Yekitiya Ewrupayê (YE) Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Tundiya Malbatê ku wek Peymana Stenbolê jî tê naskirin, ji îro pê ve ket meriyetê.

Konseya Ewrupayê di daxuyaniya xwe de got: “Hewldanên me yên ji bo zêdekirina hêjmara aliyan, biryardariya me ya ji holê rakirina tundiya ku xwe dispêre zayendiya civakî nîşan dide.”

'Ji bo pêşîgirtina li tundiyê pêşketineke girînge'

Koalîsyona Jinan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal a têkildarî biryarê de diyar kir ku YE weke aliyê 38’emîn ketiye Peymana Stenbolê. Koalîsyona Jinan biryar da ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jin û zarokên keç pêşketineke girîng nirxand û bi bîr xist ku Tirkiye tevî hemû têkoşîna rêxistinên jinan di 1’ê Tîrmeha 2021’an de bi biryara Serokkomariyê bi fermî ji Peymana Stenbolê vekişiya.