Li Muzexaneya Metropolitan Xweda û Xwedawendên Misira Kevnar lihev dicivin

Muzeya Hunerê ya Metropolitan, mazûvaniya pêşangehek berfireh ya balêdikşîne li ser xwedayên serekê yên Misira Kevnar, dike.

Navenda Nûçeyan – Pergala baweriyê ya bi xwedayî ya li dora xwedayên mîna Anubis, Horus û Isis ên şaristaniya Misrê ya xwedî raboriya zêdetiê 3 hezar salî de şêwe dibe, di pêşangehê de bi zêdetirê 200 berhemên hunerê re tê temsîlkirin.

Pêşangeha ku di nava 1 hezar û 500 xwedayan de 25 xwedayên navdar û zêdetirê 200 berheman anî gel hev, kûrahiya şaristaniya Misira Kevnar û baweriyên wan ên li ser çerxa jiyan û mirinê, radixe berçavan. Berhemên ku ji peykerên zêrîn ên biçûk bigre heta peykerên berespî dirêj dibe, ji perçeyên ku 140 ji van berheman aîdî koleksiyona Met û yên mayî ji muzexaneyên cîhanê deyn hatiye girtin, pêktê.

Xwedayê herî balkêş a di pêşangehê de Ra ye ku mîna gûgerînkek mezin a rojê ji cîhana binê erdê ber bi asîman ve hildigre, tê pênase kirin. Figûrek din a balkêş jî, Horusê xwedayê baz ê du tac e.

Bi vê pêşangehê re xwedayên pîramîdan dibin dilê Manhattanê û heybeta dîrokê û sêrbaziya hunerê pêşkêşî mêvanan tê kirin.

Pêşangeha "Misira Îlahî" wê heta 19’ê Çileya 2026’an li Muzexaneya Hunerê ya Metropolitan a New Yorkê vekirî be.