Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gava krîtîk: Li Şirnexê operasyona leşkerî
Hate diyarkirin ku li Herêma Bestayê ya li Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi desteka hewayê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Tevî di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li pey hev gav tên avêtin, sekin û pêşketina dewleta Tirk divê pêvajoyê de di nava raya giştî de bûye mijara nîqaşê. Têkildarî pêşeroja pêvajoyê, samîmyeta gavên tê avêtin de nirxandin tên kirin.
Di dema ku bendewariyên derbarê pêvajoyê de tê ziman, îro nûçeya ku li herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî ya bi desteka hewayê hatiye kirin, hat.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW), ku xwe dispêre çavkaniyê herêmî, hate ragihandin ku helîkopterên şer jî beşdarî operasyonê bûne û ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa Tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.