Çalakvana Bahaî Negar Misaghian hate binçavkirin

Çalakvana Bahaî Negar Misaghian di encama serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin û sewqî navenda binçavkirinê ya Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê hate kirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan Negar Misaghiana ya Bahaî ku li Şîrazê dijî, ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin û sewqî navenda binçavkirinê ya Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê hate kirin.

Li gorî raporên hatine weşandin, Negar Misaghiana di encama serdegirtina mala xwe ya ji erkdarên Buroya Îstîxbaratê ve hate binçavkirin û Negar li ber çavên zarokê xwe ya biçûk hate binçavkirin. Her wiha hevjinê wê jî ji bo Buroya Îstîxbaratê ya Şîrazê hate gazîkirin.

Heta niha der barê sedemên binçavkirina jina Bahaî an jî sûcdariyên li dijî wê de tu agahî nehatiye bidestxistin.

Negar Misaghian, beriya niha jî ji ber bawerî û çalakiyên xwe hatibû binçavkirin û rastî dozên hiqûqî hatibû.