Li Îranê binçavkirina aktîvîst û xebatkaran didome

Der barê rewşa 5 aktîvîstên qada weşanxaneyê yên beriya du mehan li Îranê hatine binçavkirin de tu agahî nayên bidestxistin û xwişk û bavê wergêrvan û xwediyê weşanxaneyê Ehsan Restemî jî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Di rojên borî de xwişka wergêrvan û xwediyê weşanxaneyê Ehsan Restemî Perniya Restemî û bavê wê Cîhangîr Restemî bi armanca dirêjkirina dema binçavkirina Ehsan Restemî ketibûn çalakiya greva birçîbûnê ya şil, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî ne diyar.

Ehsan Restemî, di hevdîtina xwe ya dawî ya bi malbata xwe re pêkanî de ragihand ku memûrên lêpirsînê diyar kirine wê dayik û bavê wê bigrin. Piştî çend rojan bavê wî Cîhangîr û xwişka wî Perniya Restemî hatin binçavkirin.

Wergêrvan Mercan Erdeşîrzade, helbestvan û aktîvîsta çandî Hesen Tûzenedecanî, weşanger, wergêrvan û pirtûkvan Ehsan Restemî, Ramîn Restemî û Nîma Mehdî Zadegan ên di qada weşan û pirtûkan de dixebitin, di 20’ê Tebaxa îsal de hatin binçavkirin.

Beriya çend rojan di hesabê Instagramê ya malbatên Ehsan û Ramîn Restemî ya bi armanca şopandina dozê û parvekirina nûçeyan bikardanîn jî hate rawestandin û naveroka berê hatin jêbirin.

Heta niha derbarê sedemên girtina van aktîvîstên çandî an jî sûcdariyên li dijî wan de tu agahî nehat dayîn. Lêbelê, li gorî şopandina malbatên wan a li 5’emîn Dozgeriya Pîroz a Girtîgeha Evîn a Tehranê hate ragihandin ku kesên hatine binçavkirin, li qawîşa 209’an a Girtîgeha Evîn tên ragirtin. Yek jî girtiyan, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re pêkanî de, diyar kir ku ew li Girtîgeha Qumê tê ragirtin.

Rûxmê ku du meh li ser binçavkirina girtina wan derbas bûne jî, kesên hatin girtin hêj derfeta hevdîtina bi parêzerên xwe re an jî hevdîtina vekirî ya bi malbatên re bi dest nexistin. Ji malbatan re hatiye gotin heta hevkariyê nekin, wê destûr nayê dayîn.

Li gorî raporên hatine weşandin, Ehsan Restemî zêdetirî sê hefteyê di greva birçîbûnê ya şil de ye û di hevdîtina telefonê ya dawî de ragihand ku rewşa wê krîtîk e. Her wiha der barê rewşa Ramîn Restemî û girtiyên din de tu agahîyên nû nehatin bidestxistin.