Li Misrê bi çalakiyên li dijî tundiyê jiyana jinan diguhere

Di çarçoveya Kampanyaya "Çalakiya 16 rojan" ya li dijî tundiyê de, jinên li Misra Jorîn li dijî tundiyê çalakiyên hişyariyê li dar dixin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Li Misrê di çarçoveya Kampanyaya "Çalakiya 16 Rojan” a li dijî tundiyê de, bi çalakiyên  curbecur armanc ew e ku şiyarî çêbibe û hayjêhebûn bê avakirin. Bi taybetî jinên li Misra Jor dijîn, di bin zext û gefan de ne.

Jinên ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bûn, encamên çalakiyên xwe yên li ser jinan ji ajansa me re vegotin.

Berpirsa çavdêrî û nirxandina Komeleya Pêşketin û Perwerdeyê ya Ana Masry a li Qenayê Asma Sayed, diyar kir ku yek ji encamên herî girîng ên tundiya rasterast a li dijî jinan li Misira Jorîn, windakirina baweriyê û tirsa berdewam e. Asma Sayed, bal kişand ku jin ji ber tirsa teşhîrkirina ji aliyê civakê ve serî li darazê nadin û wiha axivî: “Tevî ku rastî tundiyê tên jî gelek caran wek berpirsên vê yekê jin tên dîtin. Jin ji ber demxekirina civakî gelek caran bêdeng dimînin û tundiya ku rastî wê tên qebûl dikin. Mînak ez bi jin û zarokên keç ên di wesayîdên giştî de rastî êrîş û tacîzê tên re axivîm. Ev rewşa ku jin dijîn, bûye sedema tirsa ji kolan û civakê. Bi tirsa dubarebûna heman tiştî nikarin derkevin kolanan. Hinek ji wan xwe hepsê nava malên xwe dikin.”

'Jinên ku bi xebatên me re xwebaweriya wan zêde dibe hene’

Asma Sayed, anî ziman ku divê jin tundiyê qebûl nekin û wiha got: “Divê li dijî tundiya li ser jinan pêşberîhevbûna civakî hebe. Divê di vê mijarê de hay jê hebûn çêbibe. Me li Misira Jor vê yekê dest pê kir. Jinên ku bi xebatên me re xwebaweriya wan zêde dibe hene. Ev ji bo me guhertineke girîng e. Xebatên hişyariyê, rewşa jinên ku rastî tundiyê tên baş dike.”

'Divê li zarokên ku rastî tundiyê tên were guhdarîkirin'

Pispora Xeta Alîkariya Zarokên Penaber Derûnînas Yusra Abdel Salam, diyar kir di pêşerojê de  tişta herî girîng bandorê li malbatan dike, tundiya zarokên keç ên di temenê biçûk de ye. Yusra Abdel Salam, bal kişand ku tundî ber bi întîharê ve dibe û wiha got: "Merheleya herî girîng a têkoşîna li dijî tundiyê, bawerkirina zarokên keç û guhdarkirina wan e. Divê piştgiriya derûnî bê dayîn. Divê ji bo zarokên keç ên rastî tundiyê tên, temînata parastin û ewlehiyê hebe.”

'Dema kiryar hat cezakirin derûniya zarokan baş bû’

Yusra Abdel Salam, behsa ezmûnên xwe kir û wiha axivî: “Du xwişkên ku ji aliyê mamosteyên xwe ve rastî tacîza zayendî dihatin hebûn, nizanibûn çi hatiye serê wan û kiryarê vê bûyerê gef li wan dixwar. Tevî ku 16 salî bûn jî ji ber ditirsiyan tercîh kirin bêdeng bimînin. Nêzî salekê derketina îdrara bê xwestek, tirs, xem û rakêşanê jiyan. Heta ku yek ji wan, bi zexta dayika xwe tiştên jiya vegot. Rêhbera Malbatê, piştî ku malbatê xwest raporê bide, gilî kir. Di encama muayeneyên tenduristiyê de êrîşa li ser herdu zarokên keç derket holê. Ji bersûc re 7 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Malbat rastî zextek derûnî ya mezin hat lê piştî ku biryar hat dayîn li gorî berî di rewşa derûnî ya hemû zarokên keç pêşketinên girîng çêbûn."