Li kolanên Urmiyeyê dirûşmên azadiyê bilind bû
Yek ji cihên navenda serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin Urmiye ye, li bajar hêzên rejîmê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kirin.

Urmiye - Piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirine berdewam dikin. Yek ji navendên çalakiyan Urmiye ye û li gelek bajaran li dijî rejîma Îranê dirûşim hatin bilindkirin.
Xwepêşanderên li Urmiyeyê peyama piştgiriyê dan serhildanên li Mihabadê, hêzên rejîmê ji bo xwepêşanderan belav bikin bi guleyan êrîş kirin. Xwepêşanderan bi dirûşmên ‘Jin jiyan Azadî’ ‘Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan’ bersiva êrîşan dan.
Yek ji jinên ciwan ên ku beşdarî xwepêşandanan bûye Şîmaya Urmiyeyî wiha behsa tiştên ku hatine jiyîn kir û got: “Jinek ciwan ji aliyê hêzên rejîmê ve hat gulebarankirin û bi giranî birindar bû, di kolanê de ket erdê, birîna wê giran û cidî bû, xetera jiyana wê heye.”
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Mihabad û Serdeştê xwepêşandan bênavber berdewam dikin û li gelek navendan çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.