Gelê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Qendil a Başurê Kurdistanê şermezar kirin.

Mexmûr - Dewleta tirk duh bi şev bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kobanê, Dêrik, Şehba, Dirbesiyê, Şera, Zirganê bombebaran kir. Vê siharê jî careke din êrîşî Kobanê kir. Di encama êrîşên dewleta Tirk de yek jê rojnamegerê ajansa ANHA’yê, 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn. Çalakiyên gelê Kurd yên li dijî êrîşên dewleta tirk herku diçe berfireh dibe. Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûr ji heft salî heta heftê salî bi meşek girseyî helwesta xwe ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û Qendilê nîşandan. Meşa şêniyên wargeha Mexmûrê ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber deriyê Netewên Yekgirtî (NY) berdewam kir.
Di meşê de gel dirûşmê ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Qatil Erdoxan’, ‘Bijî Rojava’ , ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrye û Qendilê de hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara axivî. Yusuf Kara di axaftina xwe de li ser navê gelê wargeha penaberan a Mexmûrê êrişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Qandilê pêk hatin şermezar kir û bang li gelên Kurdistanê kir ku li dijî êrişan têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin.
‘Bêdengî bûyîna şirîk e’
Dayika Mirarî Hilalî ku beşdarî meşa girseyî bû helwesta xwe nîşan da û êrîşên dewleta Tirk şermezarkir û got: “Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo Kurdan tune bike li her cihî û her deverê êrîş dike û dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike. Lê em wek gelê Kurd heya dawî li dîji van êrişan û li hemberî hemu dagirkeriyan rabûn. Îradeya me û hêza me dijmin têk dibe li rûxmî hemû van êrişan ger ku em yekitiya xwe çêkibin em ê azadiya xwe ji bi dest bşxin. Ji ber ku hêza dewleta Tirk nemaye û ji ber nikare sing bi sing şer bike, rêyên cuda weke bikar anîna çekên kimyewî yên li ser gerilayên me bikar tînin û sucê heri mezin yê dij mirov dike. Li ruxmê vê jî hemû hêzên navneteweyi bêdeng in û bêdengiya wan dide diyarkirin ku hevkariya dijmin dikin.”
Mirarî Hilalî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û wiha got: “Dîjmin li her cihî êrişên xwe pêk tine û pêwist e em jî wek gelê Kurd bi hev re yekitiya xwe çêbikin û li hemberî hemû êrîşan rawestinin û li her cihî berxwedana xwe mezintir bikin.”