Jinên ji Silêmanî: Jin bi hêza xwe dikarin pêşî li tundiyê bigrin
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, me li Silêmanî nebza kolanan girt û mîkrofon radestî jinan kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî – Tundî û cûreyên tundiyê li her aliyê cîhanê rê li ber qirkirina jinan vedike. Di serdema me ya ku pergalên mêr dewletê tundiya li ser jinê bi polîtîkayên xwe yên dijî jinê her kku diçe kûrtir dikin, diyardeyên mîna şer, aloziya aborî dike ku tundî her hemu qadên civakê de xwe bide der. Di serdema ku aqilê mêrserweriyê tundiya li ser jinê rawa dike, jin der barê tundiyê de çi difikrin? Me mîkrofona xwe dirêjî jinên ji Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê kir. Jinan tundiyê nirxand.
‘Sedema vê diyardeyê malbat û civak e’
Nîştîman Ezîz diyar kir ku tundîtûjî di civaka Kurdan de bi kuştina jinan bi encam dibe û wiha got; “Ji ber pirsgirêkên jiyanê, jin dibin hedef û her dem tundîtûjî li hemberî wan tê kirin, bi temamî pirsgirêkên civakê û malbatan bûne sedema zêdebûna tundîtûjiya li hemberî jinan. Rewşa malbatê sedemên sereke yên tundîtûjiya li hemaberî jinan in, ji ber ku mêr bi awayek hatine perwerdekirin ku tundîtûjî di nava jiyana wan de hebe bi taybetî li dijî jinan. Ji ber wê jin ne tenê ji aliyê mêran ve, di tevahî civak û malbatan de rastî tundîtûjiyê tên û tên bêdengkirin.”
Nîştiman Ezîz destnîşan kir ku li dijî tundiyê bê helwestî, diyardeya tundiyê kûrtir dike û wiha pêl da gotinên xwe; “Dema jinek hîs dike wê tundîtûjî lê were kirin divê qebûl neke û dengê xwe derbixe. Bêdengî pir xirab e di civaka Kurd de her dem jin tên çewisandin ji ber wê beşek zêde bêdeng dimînin. Pêngava yekem a rûbirûbûna bi tundîtûjiyê re hezkirina jinan bi xwe ye. Divê jin ji xwe bihêz bikin û rêzê bidin xwe, da ku derdora wan vê yekê bibîne û rêzê bide wan û newêribin tundîtûjiyê li hemberî wan bikin.”
Girîngiya perwerdehiya li dijî tundiyê
Şîler Abdullah difikire ku divê jin li ser tundiyê perwerde bibin. Li gorî wî jin ji ber feraseta civakî nikarin diyar bikin ka çi tê jiyandin. Şîler Ebdullah got; “Bêdeng bûna li hember tundûtûjiyê tiştekî gelekî xirab e, lê eger mirov nizanibe ku tundî ye, xirabtir e. Di civaka Kurd de jin ji ber bêdengiya xwe bêhtir tên bindestkirin û rastî tundiyê tên. Ji bo ku jin dengê xwe derxin divê hişmendî bin. Divê beriya her tiştî jin ji xwe hez bikin û ji xwe re rêzdar bin û piştî vê jî derdorên xwe dest bi rêzgirtina jinan bikin."
‘Ji bo jin azad nebin tundîtûjî li hemberî wan tê kirin’
Jina ciwan a bi navê Nûvîn Yasîn da zanîn ku tundiya li ser jin li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe û wiha domand; “Niha rêxistin û beşek ji navendên xwendinê li gorî salên borî zêdetir girîngî didin pirsgirêka jinan û hişyariyên zêdetir belav dikin. Lê belê pirsgirêka sereke ya civaka Kurd ew e ku bi lawazî li jinan dinêrin û dikarin tundîtûjiyê li hemberî wan bikin. Berevajî vê jin xwedî wê hêzê ne û dikarin li hemberî tundîtûjiyê derbikevin. Bi cudakariya di navbera zarokên keç û kur de dayik û bav dibin bingeha tundîtûjiyê. Bi taybetî dema zarokên kur bi aqilê mêrsalarî tên perwerdekirin zordestiyê li hemberî xwişkên xwe dikin. Ya girîng ew e ku piştgiriya derûnî ya ji bo jinan zêde bibe, zanyarî û hişyariyan der barê tundîtûjiyê de ji wan re were ravekirin da ku bikaribin tundîtûjiyê ji holê rakin.”