‘Çiqas dengê me derbikeve em ewqas bi hêz dibin’

Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, ji hemû jinan xwest ku di 25’ê Mijdarê de derkevin qadan û got ku çareseriya şîdeta li Tirkiyeyê her roja diçe zêde dibe, bi rêxistinbûna jinan pêkan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Jinên ku xwe ji bo 25’ê Mijdarê roja têkoşîna şîdeta li hemberî jinan amade kirine, çend roj in bênavber dixebitin. Jin xwe amade dikin ku li her aliyê welat, derkevin qadan, bertek nîşanî şîdetê bidin û dirûşmên ji bo têkoşînê biqîrin. Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan li ser roja 25’ê Mijdarê ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna didome nirxandin kir û got ku jin li Rojhilata Navîn pêşengî ji têkoşîna ku tu sînoran nas nake re dikin.

Dîlek Başalan bal kişand ser serhildanên ku li Îran, Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe mezin dibin û diyar kir ku jin li dijî jiyana ku li ser wan hatiye ferzkirin derdikevin qadan û li ber xwe didin. Dîlek Başalan got ku li Tirkiyeyê jin li her derê rastî zext û zilmê tên, ji ber wê jî ligel şîdet û xizaniya heyî ji bo jiyanê jî têdikoşin û bi gotinên; “Ji bo em sax bimînin û ji hev hêzê bigrin, em dixebitin û xwe bi rêxistin dikin” da zanîn ku komeleya wan ji bo piştgiriyê di her warî de zêde bike hewl dide xwe bigihîjîne jinna.

'Jin xwe li dijî pergalê bi rêxistin dikin'

Dîlek Başalan axaftina xwe wiha domand:

“Jin bi pergala dewlete ya ku ji bo profîla ‘maqûl’ êrîşê jinan dike û mafên wan tune dikerê û rêbazên alternatîf bi pêş bixin. Li welat tevî van zorî û pirsgirêkan, jin tiştên gelek baş dikin. Tên ba hev xwe bi rêxistin dikin, di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de derdikevin kolanan. Em her roj û dema xwe bi rêxistinkirinê derbas dikin û bi hêza ku ji piştgiriyê digrin hebûna xwe didomînin.”

'Şîdet li her derê heye'

Dîlek Başalan diyar kir ku ew her roj li ser şîdeta ku zêde dibe û sedema sazîbûyîna şîdetê nîqaşan û dema em ji xwe dipirsin dibêjin mêr ji ku hêzê digrin, dibînin ku bersiva wê dewlet e. Dîlek Başalan bal kişand ku jinên rastî şîdetê tên serî li qereqolan didin lê ji ber ku piştgiriyê nabînin û bersivên didin wan, mêr cesaret digrin û bi hêsanî tiştên dixwazin dikin û wiha domand: “Ev yek nîşan dide ku şîdet hem zêde bûye hem jî bi awayê sazîbûyî didome. Bi gotinên şerxwaz, jixwe mirov dibîne ku çi li ser jinan tê ferzkirin. Ên di şer de mexdûr dibin û rastî zordestiyê tên jin in. Em neçar dimînin welatên xwe biterikînin. Ji ber ku em şer red dikin û aştiyê dixwazin tên cezakirin.”

'Herî zêde di ware şîdetê û daxwaza zimanê dayikê de serlêdan tên kirin’

Dîlek Başalan da zanîn ku li Stenbolê jin herî zêde ji bo piştgiriya psîkolojîk, hiqûqî û zimanê dayikê serî li wan didin û der barê serlêdanan de ev agahî dan: “Li wê derê bi hezaran jinên Kurd hene lê tu saziyek ku bikaribin bi zimanê xwe lê biaxivin tune ye. Di ware destketa psîkolojîk de jî gelek serlêdan hene. Jin hem ji ber ku jin in hem jî Kurd in maxdûr dibin û şîdeta psîkolojîk dijîn. Dozên hevberdanê pir zêde ne, şîdeta li nava malê ji bo jinan wisa bûye ku nikarin tehemul bikin. Komeleya me ji bo jinan herî zêde piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk dide.”

'Em di 25’ê Mijdarê de li dijî şîdetê li qadan bin'

Dîlek Başalan diyar kir ku li dijî şîdeta ku her diçe zêde dibe divê jin di 25’ê Mijdarê de derkevin kolanan bi gotinên “Dengê me çiqas derbikeve em ê ewqas bi hêz bibin” bang li jinan kir ku dengê xwe li qadên mitîngan bilind bikin. Dîlek başalan herî dawî wiha got: “Em jin têkoşîneke hevpar dimeşînin, ev têkoşîn tu sînoran nas nake. Ne tenê li vir, li hemû derên cîhanê em tên ba hev. Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin. Şîdeta ku her diçe zêde dibe heye û her roj jin tên qetilkirin. Jin dê li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin û divê di 25’ê Mijdarê de derkevin kolanan. Şîdet ji ber xizaniyê heye, di nava malbatê de heye û ya dewletê heye. Li dijî şîdeta ku jiyana me veguherandiye dojehê divê dengê me bilind bibe. Bi deng û dirûşmên xwe em ê bi hêz bibin.”