Li Kobanê mitinga azadiyê: Çareserî Rêber Apo ye

Pêkhateyên ji herîma Firatê ji bo hemleya "Azadî ji bo Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka gelê Kurd re" bi mîtîngekê piştgirî dan.

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de ji aliyên dewletên hegoman ve hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Rêber Apo 25 sal in di zindana Îmraliyê de ye û dewleta tirk hemû rêbazên tundiyê bi kar tîne. Di çarçoveya hemleya “Azadî ji Rêber re çareserî ji pirisgirêka Kurd re” ku 74'ar welatan hatiyê destpêkiri de şêniyên herêma Firatê bi beşdariya pêkhateyên Kurd û Ereb mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê de bi sedan şêniyên kantona Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Yekîtiyên Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şorşger, kongra Star, xwendekarên dibisanan, xebatkarên tendirûstiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Saziya Malbatên Şehîdan tevli mîtîngê bûn.

Mîtîngê li qada Şehîd Egîd bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê endama Meclisa Jin Sara Xelîl ve hat kirin.

'Kîlîta çareseriya pirisgirêkên gelê Kurd azadiya Rêber Apo ye'

Sara Xelîl wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em di meha Cotmehê de ne, di vê mehê de Rêber Apo bi destên gelek dewletan hat girtin. Dewleta tirk bi planên qirêj li ser rêberê me didan meşandin. Jinên Kurd ku Rêber Apo ew kir xwedî hêz, îrade û xwedî mav bi çalakiyên fedayî li ser dijmin pêk anîn û gotin ku yên nêzî serokê me bibe wê bersiv ev be. Rast e Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî li tevahî cîhanê hatin belavkirin. Her wiha niha li 74 dewletan bi berxwedanî û têkoşîna jinan hemleya azadî ji bo Rêber Apo re çareserî ji pirisgirêkên Kurd re hatiye destpêkirin.”  

'Wê bi azadiya Rêber Apo hemû jin azad bibin'

Her wiha Leyla Ehmed jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji bo Rêberê mirovahiyê û ji bo têkoşîn û berxwedana zindana Îmraliyê îro li 74 dewletan jin rabûne ser piyan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku yê îradeya jinan mezin kir û çavên wan ji bo azadiyê vekir ew bû ji lewre em çi jî bikin kêm e. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e, em ê riya ku ji me re daye diyarkirin bişopînin."