Çalakvana Mexribî: Parastina Filistînê erkeke mirovî ye

Ji Weqfa Amantî ya Qudisê Shaîma Jarandî diyar kir ku Şerîda Xezayê veguheriye goristanê, sûcên şer tên kirin lê saziyên navneteweyî bi bêdengî li rewşê temaşe dikin û got: “Parastina Filistînê erkeke mirovî ye, divê helwest were nîşandan.”

HANAN HARITE

Mexrib – Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser sivîl û niştecihên Xezayê didomîne. Endama Ofîsa Mexribê ya Weqfa Amantî ya Qudisê Shaima Jarandî êrîşên, Îsraîlê yên li ser Xezayê nirxand. Shaima Jarandî, qetlîama Îsraîlê ya li dijî jin û zarokan şermezar kir û banga yekgirtina dengên azad û ji bo rakirina bêedaletiyê kir.

'Xwepêşandan û meş girîng in'

Şeyma Jarandî bal kişand ku divê girîngiya xwenpêşandan û meşên li gelek welatan ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê tên lidarxistin, piçûk neyên dîtin û got: "Bi taybetî her cure meş û xwepêşandan îradeya gelên ku kolonyalîzmê red dikin û piştgiriyê didin azadiyê nîşan dide. Ev meş ji bo zindîkirina doza Filistînê û geşkirina ruhê berxwedanê girîng in."

'Hamas û Îsraîl ji kuştina sivîlan dudilî nebûn'

Shaima Jarandî ya bûyerên li Filistînê qewimîn weke trajediyek mezin nirxand, êrîşa li dijî Nexweşxaneya El Memedanî weke komkujî bi nav kir û wiha got:

“Hem Hamas û hem jî Îsraîl dudilî nebûn ku moşekên xwe ji bo kuştina sivîlên bêparastin araste bikin. Şerîda Xezayê veguherî goristana jin, zarok û extiyaran. Sûcên şer li ber çavên hemû welatên cîhanê tên kirin û rêxistinên navneteweyî bi bêdengî li tiştên ku diqewimin temaşe dikin. Hiqûqa mirovahî ya navneteweyî nayê pêkanîn. Bêyî ku rêz li şert û mercên şer bê girtin, gelek jin, zarok û extiyar tên qetilkirin, nexweşxane û dibistan tên bombekirin û binesaziya wan tê xerakirin. Di van şert û mercan de parastina Filistînê wezîfeyeke însanî ye. Divê li hemberî tiştên li Filistînê diqewimin helwestek were girtin.”

'Em dixwazin erka hevgirtinê ji nû ve zindî bikin'

Shaima Jarandî diyar kir ku ew wek Weqfa Amantî ya Qudisê bi gelek proje, bername, kampanya, însiyatîfên ferdî û kolektîf ji bo piştgirîkirina biryardariya gelê Filistînê dixebitin û wiha got: “Em armanc dikin ku di her firsendê de êşa gelê Xezayê ji cîhanê re ragihînin û binpêkirinên ku di hemû qadên jiyanê de tên dîtin eşkere bikin. Armanca me ew e ku em erka piştgirî û hevgirtinê ya madî û manewî di dilê her kesê de vejînin.”

'Li dijî zilmê hêza herî bi bandor berxwedan e'

Shaima Jarandî anî ziman ku piştgirîdayîna doza Filistînê yek ji armanca sereke ya Weqfa Amantî ya Qudisê ye  û axaftina xwe wiha domand:

 “Divê em piştgiriyê bidin biryardariya gelê Xezayê, gelê Qudisê û hemû Filistîniyan. Li dijî zilmê hêza herî bi bandor a li dijî neheqiyê ye. Ez bang li yekrêziya deng û hewldanên azad dikim ji bo bidawîkirina bêedaletiya ku li ser Filistîniyan tê kirin û ji bo bihêzkirina biryar û sekna wan her cure piştgiriyê bidin. Divê hemû kesên xwedî ked û civaka sivîl hişmendiyê belav bikin û rastiya vê têkoşînê ji bo nifşên pêşerojê ragihînin.”