Rojnameger Nafiya Bal hate berdan

Edîtora rojnameya Xwebûnê Nafiye Bal ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hate binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan duh bi ser mala Edîtora Xwebûnê Nafiye Bal de girtin û binçav kirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê, Nafiya Bal îro sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Piştî karûbarê îfadegirtinê yê li dozgeriyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê hate kirin. Nafiya Bal, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.

Nafiya Bal, diyar kir ku li emniyetê pirsên weke ‘têkiliya te bi rêxistinê re heye yan na?’, ‘Tu çima navê kod bi kar tînî?’, ‘Tu çalakiyên te bi rêxistinê re plan kirin hene yan na?’ û ‘Ji bo çalakî û xebatan we ji kê ferman girtiye?’ ji wê hatine kirin. Nafiya Bal jî wiha bersiv da pirsan û got: “Tu têkiliya min bi rêxistinê re nîne. Navekî kod ê ez bi kar tînim tune ye. Min li ser navê rêxistinê tu çalakî li dar nexistine û ji tu kesekî ferman negirtine. Ji nava rêxistinê tu kesî nas nakim.”

 Şahidê aşkere hate pirskirin

Wêneyê şahidê eşkere Umît Akbiyik nîşanî Nafiya Bal dan û ev pirs jê hatin kirin: ‘Hûn vî kesê endamê rêxistinê yê di wêneyî de nas dikin an na? Ger hûn nas bikin, têkiliyeke we ya rêxistinî heye yan na?’ Nafiya Bal jî wiha bersiv da: “Ez, vî kesê ku hûn wêneyî wî nîşanî min didin weke Umît Akbiyik nas dikim. Di sala 2019’an dema weke endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Amedê de dixebitîm, cara ewil min li avahiya HDP’ê nas kir. Piştre jî weke rojnamegerekê min di çarçoveya kampanyaya li dijî tiryakê de nûçe pê re çêkir. Weke din min tu hevdîtin pê re nekirine û têkiliya min pê re tune ye.”

Nafiya Bal, li edliyeyê hate berdan û ji aliyê Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û xebatkarên rojnameya Xwebûnê ve hate pêşwazîkirin.