Îsrail dê navê Greta Thunberg ji pirtukên waneyê derbixe

Wezareta perwerdeya Îsrailê aşkere kir ku dê navê aktivîsta avhewayê Greta Thunberg ji ber daxuyaniya wê ya piştevaniya Filistinê ji pirtukên waneyê derbixe.

Navenda Nûçeyan – Aktivîsta avhewayê Greta Thunberg dawiya heftiya bûrî wêneyek ku dovîzek li ser ‘Li gel Xezayê me’ nivîsandin li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal parve kir û got: “Divê cîhan dengê xwe bilind bike û divê ji bo Filistinê banga agirbest, edalet û azadiyê bang bike.”

Wezareta perwerdeya Îsrailê piştî daxuyaniya piştevaniyê a Greta Thunberg ji bo Filistinê biryar da ku navê wê ji hemû pirtukên waneyê derbixin. Di daxuyaniya ku hatî dayîn de wiha hate gotin:

“Hemas rêxistinekê terorê ye ku di nav de jin, zarok û pîr û kal hezar û 400 Îsrailiyên bê guneh kuştin û 200 mirovan revandin Xezayê. Sekna ku raberkirî (Greta Thunberg) wê ji bûyîna ji modelek ya perwedekar û exlaqî derxistiye. Êdî ew ji bo xwendekarên Îsrailê nebe îlham û çavkaniya perwerdeyê.”