‘Li Iraqê tundiya li ser jinan zêde bû’

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq diyar kir ku ji bo pêşî li zêdebûna tundiya li ser jinan ya seranserê Iraqê bê girtin, pêwîstiya wan hem piştgiriya navneteweyî heye û hem jî divê di destûra bingehîn de guhertin bên çêkirin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya 16 rojan a ku di çarçoveya rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de berdewam dike, bi dawî bû. Lê belê rêxistinên jinan ên li Iraq û Herêma Kurdistana Federal, bi armanca bal kişandina li ser zêdebûna tundiya li dijî jinan çalakiyên xwe didomînin. Duh jî di vê çarçoveyê de Rêxistina Jinan a Hulmê (Xewn) ya Iraqê dibin dirûşmeya “Ew jiyan in, em li hemberê tundiya li ser jin û zarokên keçan bibin yek” de panelek li dar xist. Di panela ku li Bexdayê hat lidarxistin de gelek nûnerên rêxistinên jinan û aktîvîst cihê girtin. Wezîrê Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq jî wek axaftvan tevlî panelê bû.

Îvan Fayeq di axaftina xwe ya li panelê de, bal kişand li ser zêdebûna tundiya li ser jinê û pêşniyarên çareserî pêşkêş kir.

'Tundî roj bi roj zêde dibe'

Îvan Fayeq balkişand ku li Iraqê tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Mixabin jinên ku mensûbê hemû pêkhateyên etnîkî û olî rastî heman tundiyê tên. Sedî 90’ê van jinên ku niha divê semînerê de jî rûniştine, çi tundiya derûnî an jî tundiya fizîkî bê, bi gelek şêweyên tundiyê re rû bi rû dimînin.”

'Pêwîstî piştgiriya navneteweyî heye’

Wezîr Îvan Fayeq diyar kir ku ji bo kêmkirina rêjeya tundiyê û ji bo li dijî tundiy3e hin zêdetir hişmendî rêxistinbûyin, pêwîstî bi hevkarî û piştevaniya navdewletî dibînin û wiha got, “Wezareta me nikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku bi hezaran jinên ku pêwîstiya wan piştevaniyê heye û ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana wan pêwîstiya me bi hevkarî û piştevaniya navdewletî heye.

Herî dawî jî diyar kir ku di vê demildest di destûra bingehî de li ser bingeha parastina mafên jinan guhertinan bê kirin.