Li Iraqê jinek ciwan hat kuştin

Li bajarê Selahedînê yê Iraqê profesora zanîngehê Xîtam Ehmed El-Şemrî ji ber ku zewaca bi kurapê xwe re red kir ji aliyê heman kesî ve hat kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Selahedînê yê li bakurê paytext Bexdayê, duh bi şev jina profesora zanîngehê ya bi navê Xîtam Ehmed El-Şemrî ji ber ku nexwest bi kurapê xwe re bizewice ji aliyê heman kesî ve hat kuştin.

Tevî daxwazên hiquqî ji bo reformên zagonî û bidawîanîna bêdengiya li dora binpêkirinên mafên jinan li Iraqê, li gelek bajaran bûyerên kuştina jinan her diçe zêde dibin. Ev jî fikarên berfireh li ser parastina mexdûran derdixin holê.

Bûyer piştî nakokiyên malbatî qewimî

Li gorî ragihandinên herêmî ev bûyer piştî nakokiyeke malbatî di navbera her du aliyan de qewimî, bû sedem ku sûcdar gule berde Xîtam Ehmed El-Şemrî û ji cihê bûyerê bireve.

Tundiya li dijî jinan zêdetir dibe

Sûcên wiha ji ber nebûna riyên zagonî yên mafên jinan diparêzin çêdibin. Her wiha sûcdar ji ber ku ji ber sûcên dikin hesab nadin her diçe tundiya li dijî jinan zêdetir dibe.