Lêkolîner Dead Qanou: Abdullah Ocalan dengê aştiyê ye

Namzeta berê ya serokkomariya Sûriyeyê lêkolîner û akademîsyen Dead Qanou, diyar kir ku dixwaze bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Dead Qanou got: “Abdullah Ocalan dengê aştiyê ye."

Navenda Nûçeyan – Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abullah Ocalan, kampanyayek îmzeyan da destpêkirin. Ev kampanya di çarçoveya kampanyayeke berfireh a bi dirûşma "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim" hat lidarxistin.

Di sê rojên pêşîn ên kampanyayê de (21-24`ê Tebaxê), li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li çend bajarên din ên Sûriyeyê (Laziqiyê, Tartûs, Siwêda, Hums, Heleb û Şamê) nêzîkî 370 îmze ji kesayetên siyasî, olî, akademîk, bijîşk, rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan û serokên eşîran hatin berhevkirin.

Yek ji kesên ku imzeya xwe avêtin, namzeta berê ya hilbijartinên sorokkomariyê yên Sûriyeyê û lêkolîner Daed Qanou e. Dead Qanou li ser sedemên tevlêbûna xwe ya kampanyayê ji ajansa me re axivî. Daed Qanou, lêkolînerek pispor a mijara civaka demokratîk e, diyar kir dike ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re êdî ne hewldanek sembolîk e, lê belê armancek şênber a hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz e, hem li seranserê cîhanê û hem jî di nav Sûriyeyê de.

‘Felsefeya Ocalan cihekî taybet dide jinan weke bingeha vê pergalê’

Dead Qanou wiha pê de çû: "Min daxuyaniya Înîsiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan xwend û min di ruhê vê pêvajoyê de dît ku ew ji bo rizgarkirina civakên me pêdiviyek rammyarî û exlaqî ye."

Di dewama axaftina xwe de Dead Qanou wiha got: "Ez demek dirêj li rêyek bidawîkirina krîzên me yên civakî yên aloz geriyam, min bersivek zelal nedît ji bilî felsefeya ramanwerê mezin Abdullah Ocalan, ku projeya xwe li ser nirxên mirovî yên bilind ava kiriye û bandorê li pergala çandî û şaristanî dike. Ew fesefe bi xwezayê û cihêrengiya jiyanê re digunce, her wiha cihekî taybet dide jinan weke bingeha vê pergalê."

Daed Qanou diyar kir ku wê di 27`ê Sibata îsal de, banga Rêber Abdullah Ocalan ya dîrokî ya ji bo fesixkirina partiyê, şopand û got, "Di wê kêlîkê de, min kûrahiya felsefeya Ocalan fêm kir û têgihiştim çawa mantiqa jinan a exlaqî bi ser ket. Hesetekî tije nirxên bilind ez girtim. "

‘Ava Girava Îmraliyê êdî nikare azadiya ramanwerekî mafên mirovan û civakan bitepisîne’

Daed wiha zêde kir: "Weke jineke Sûriyeyê ku demek dirêj ji bo azadiya mirovan têkoşiyaye, min fêm kir ku dem hatiye ku ev ramanwer ji tecrîda ku ji çaryeka sedsalê zêdetir dom kiriye rizgar bibe."

Lêkolînera Sûriyeyî Daed Qanou wiha dawî li gotinên xwe anîn: "Cîhan hatiye guhertin û bûye gundekî piçûk. Ava Girava Îmraliyê êdî nikare azadiya ramanwerekî mafên mirovan û civakan bitepisîne. Em, jinên ji çar aliyên cîhanê, bangek dilsoz ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dikin ku vê destwerdana li îradeya jiyanê rawestîne û ramanwer Abdullah Ocalan berde, ji ber ku ew dengekî aştiyê ye."

Daed Qanou kî ye?

Daed Qanou lêkolînereke Sûriyeyî û çalakvanek siyasî û civakî ye. Ew di sala 2021`an de namzeta hilbijartinên serokkomariya Sûriyeyê bû. Ji ber vê yekê rastî astengiyan hat. Tevlî gelek platformên siyasî û yên diyalogê li hundir û derveyî Sûriyeyê bûye. Paşê giranî daye ser xebatên jinan û civaka sivîl. Alîgira nêrîna nanavendîbûn û konfederaliyê ye û bi ramanê Rêber Abdullah Ocalan ve mijûl dibe.