Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi encamnameyê bidawî bû

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi tevlibûna zêdetirîn sed delegeyan pêk hat, bi xwendina encamnameyê bidawî bû

Şengal Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ku bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ hatibû destpêkirin, bi encamnameyê bidawî bû.

Encamname ji hêla mamosteya zimanê Kurdî Lîza Xelef ve hat xwendin.

Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî wiha ye:

“Li ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir. Rêber Apo bi banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo civaka Êzidî jî wek ronesansê bi nav kir. Li ser vê esasê di komxebata ronesansê de, me di pêvajoya ronîbûn û nûvejinê de rola jin çi ye, nîqaş kir û biryardariya tevlîbûna tekoşîna pêvajoya demokratîk da. 

‘Piştî fermana 74’an me li dor felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kirin’

Di dîroka Êzdayetî de jin her tim bi rola pêşengtî û  parêz vaniya çandê rabûye. Lê bi pêş ketina zihniyeta zayendperest û mêr-dewletê re, jin ji civakê û ji hemû qadên jiyanê hat dûrxistin û tune hate hesibandin. Di şexsê jinê de civak bi qirkirin û fermanan re rû bi rû ma. Ev dîrok mîna xelekekê li jiyan û hêviyên pêşerojê digeriya.     

Lê bi fikir û ramanên Rêber Apo pêşiya fermana 74’an hat girtin. Piştî fermana 74’an me weke jin û civaka Êzidî li dor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde kirin. Û ev rewş jî bi jinûve za yîna jin û civaka Êzidî. Rêber Apo di banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û peyama xwe ya herî dawî ku ji civaka me re şandibû, diyar kiribû ku dawiya fermanan hatiye û îşaret birêxistinkirina jinan, xurtkirina pergala xweparastinê û bi pêşengtiya jinan pêk anîna ronesansa civaka Êzidî û xwedîderketina wê, kiribû.

Ronesans di fikir de xwe pêşxistine û bi têkoşînê avêtina bingeha jiyana azade. Di komxebatê de me nîqaşên berfireh kirin û di çarçoveya erkên me yê avakirina civaka aştî û demokratîk de, ji bo pêşxistina ronesansa civaka êzidî em gihiştin van biryaran;

Li ser vê esasî;

*Ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku mîmarê ronesansa Êzidiyane daye destpêkirin bigihîje serkeftinê û ji bo Rêber Apo bikaribe hîn baştir rola xwe ya pêvajoyê bilîze, azadiya wî ya fîzîkî şertê bingehîne.

*Divê  demildest di çarçoveya ‘Mafê Hêviyê’ de tekoşîn were bilindkirin. 

*Ji bo pêk hatina ronesansa civaka Êzidî xwe li derdora ronahiya zanista Jineolojiyê de perwerdekirin, xwe gihandina cewhera dîroka jinên Êzîdî û pêkanîna veguherîna zihnî.

*Li hember her cureyên êrîş û kuştina jinan, li ser esasê xwe zane kirinê, xurtkirina parastina cewherî ya jinan.

*Ji bo li ser xaka Êzidxanê jiyana demokratîk û komînal li ser esasê wekheviya jin û mêr pêk were, bilind kirina têkoşînê.”

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşman bi dawî bû.