Jinan li Hesekê ‘federaliya demokratîk û rola jinê’ nîqaş kirin
Meclisa Jinan a TEV-DEM´ê têkildarî rewşa heyî ya jinên ji Sûriyeyê û jin di nava Sûriyeyeke demokratîk de komxebateke diyalogê li Hesekê li dar xist.

Hesekê – Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma "Bi pêşengiya jinan, em ê Sûriya demokratîk ava bikin" li hola parêzeran a bajarê Hesekê hate komxebateke diyalogê organîze kir. Di komxebatê de federaliya demokratîk, rewşa jinên Sûriyeyê piştî HTŞ û jin di nava Sûriyeyeke demokratîk de hat nîqaşkirin.
Di komxebatê de jinên rewşenbîr, serbixwe, parêzer, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl amade bûn.
Federaliya demokratîk û rola jinê
Beşa yekem a komxebatê ya bi sernavê 'Federaliya demokratîk û rola jinê' ji hêla berdevka Meclisa Jinan a TEV-DEM´ê Şêrîn Hesen ve hate birêvebirin.
Şêrîn Hesen di destpêka axaftina got: "Rêber Abdullah Ocalan cudahîyek xistiye navbera federalîzma kevneşopî û federalîzma demokratîk. Rêbertê ji bo tevahî gelan û pêkhateyan projeya neteweya demokratîk pêşkêş kiriye."
Şêrîn Hesen destnîşan kir ku rola jinê wê bi her awayî bê parastin û diyar kir ku: "Jin bi rolên xwe yên siyasî, civakî û çandî îspat dikin ku ew ne tenê beşdarên federalîzma demokratîk in, lê ew stûna piştê ne ku serkeftin û berdewama wê misoger dikin. Di warê siyasî de, ew ji bo qanûnên dadperwer û nûnertiya rastîn zextê dikin û di warê civakî û çandî de ew yekgirtinê xurt dikin, nasnameyê diparêzin û nirxên wekheviyê pêşve dixin."
Piştî HTŞ'ê rewşa jinên Sûriyeyê
Beşa duyem a komxebatê bi sernavê 'Piştî HTŞ'ê rewşa jinên Sûriyeyê' jî ji hêla Hevseroka Yekitiya kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hemîde Ehmed ve hate birêvebirin. Hemîde got: "Jin di demên desthildariyê de rastî gelek sûcan hatine. Di nava urf û adatên civakî de hatine hiştin û rastî gelek tundiyan hatine. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina HTŞ´ê ya ser desthilatê jinan nizanî wê rewş xerabtir bibe. Jin li gelek herêmên Sûriyeyê di binpêkirin û sûcan re derbas dibin û zehmetiyan dikişînin."
Hemîde Ehmed diyar kir ku li Siwêda, Peravê û li gelek cihên ku jin rastî kiriyan hatine hene. Bi sedan jin di sûcên revandin, kuştin û destdirêjiyê re derbas bûn. Lê belê jin li hemberî van hemû sûcan jî bê deng û destgirêdayî neman. Hemîde ev tişt anî ziman: "Dema em behsa jinên di nava civakê de dikin, em dibêjin ku çawa dayîk zarokên xwe diparêze divê hemû jin mafên xwe biparêzin û li hember sûcan bê deng nemînin."
Hemîde Ehmed di dawiyê de got: "Em weke jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê her tim bi fikir û felsefeya demokratîk û azad a bi pêşengtiya Rêber Ap ve girêdayî bin û bi hev re di nava Sûriyeyeke demokratîk de bijîn."
Jin di nava Sûriyeyêk demokratîk de
Beşa sêyem a komxebatê bi sernavê 'Jin di nava Sûriyeyêk demokratîk de' ji hêla berdevaka Meclisa Jinan a TEV-DEM´ê Nûrşan Ferho ve hat birêvebirin.
Nûrşan Ferho behsa mafên jinan di hundirê Sûriyeyê de kir û diyar kir ku ji destpêka Şoreşê ve jinên Sûriyeyê ne xwedî maf bûn, lê belê Şoreşa Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê a bi pêşengtiya bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin bibin xwedî maf.
Nûrşan Ferho di dewama axaftina xwe de diyar kir ku: "Divê mafên jinan li seranserî xaka Sûriyeyê were parastin û rola xwe di tevahî qadan de bigirin. Ji bo ku mafên jinan bên garantîkirin, divê demokratîkbûna Sûriyeyê pêk bê."
Beşdarên li ser her sê mijaran nîqaşên berferh kirin û diyar kir ku ji bo Sûriyeyêk demokratîk bê avakirin divê jin mafên xwe biparêzin û di her qadekê de cih bigirin.
Komxebat bi van encamnameyan bi dawî bû:
*Bihêzkirina jinê di warê siyasî û destûrî de û misogerkirina beşdariya jinan di biryardanê de.
*Xurtkirina rola civakî û çandî ya jin û piştgirîkirina jinê di warên civakî de.
*Berferehkirina têkiliyan jinan ên di aliyê herêmî û navneteweyî de.
*Pêşxistina jinan di aliyê danasîn û bernameyan de, her wiha pêşvebirina wan di aliyê hişmendiya wekheviyê de.
*Pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî û mirovî ji bo misogerkirina berxwedana jinan û parastina mafên wan.
*Nivîsandina peymanek civakî ya berfireh ku mafên hemû jinên Sûriyeyî garantî bike.
*Veguherandina federalîzmê bo projeyek civakî ya zindî ku jin bi awayekî çalak beşdar bin.