Li Sûdanê tundî zêde dibe: Sivîl tên hedef girtin
Li Sûdanê bûyerên tundiyê roj bi roj zêde dibe. Îro li Sûdanê di encama êrîşa topan ya li dijî cihê bazar û taxa Awlad al-Reef a li bajarê El Faşîr de 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

Sûdan – Li bajarê El Faşîr ê li eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê, tundî zêde dibe. Êrîşen berdewam ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), sivîlan hedef digre. Ev êrîşan, di şert û mercên dorpêça giran û xelaya xurek û derman de pêk tê.
Li gorî Tora Bîjîşkên Sûdanê, di êrîşa îro pêkhat de 24 kes jiyana xwe ji dest dan û 55 kes jî birîndar bûn. Êrîşên tên pêkanîn, taxên bi nifûsên zêde hedef digre û sûcên şer û mirovahiyê radixe ber çavan.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, civaka navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya NY’ê û Yekîtiya Efrîkayê, ji ber bêdengî û bêtevgeriya wan berpirsiyar digre û banga mudaxeleya lezgîn dike. Li gorî daneyên rayedarên NY’ê û yên xwecihî, di encama pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û RSF’ê de yên ji Nîsana 2023’an vir ve didome de, zêdetirê 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 15 mîlyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.