Li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kampanya alîkariyê
Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê seferber bûne û dest kampanyayên komkirina alîkariyan kirin e.
Navenda Nûçeyan - Di sibeha 6’ê sibatê de seat 04.17'an li navçeya Bazarcix a Mereşê erdhejek bi pileya 7,7 û li navçeya Elbistanê di seat 13.24'an de bi pileya 7,6 pêkhat. Di her du erdhejan de gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyê, Sûriye jê bandor bûn. Gelek zirarên xerab gihîştin mal û canê mirovan, heya niha jî gelek mirov di bin kavilan de dene û li benda alîkariyê û rizgarkirinê ne. Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo alîkarîkirina mexdûrên erdehejê bûne seferber û dest bi kampanayên komkirina alîkariyê kirine.
Kampanyayên li Başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin bi vî awayî ne:
Silêmanî
Kampanaya alîkariyê li Emnesora bajarê Silêmanî bi serpereştiya Dezgeha Medyayî ya Kurdsat, Saziya Civaka Sîvîl - SDO, Rêxistinên Parastina Zarokan ya Amerîka û Rêxistina Hêrzûn ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê destpê kirin û rojane saet 9’ê Siharê heta 9’ê şev dê berdewam bike.
Di heman demê de kampanya Hana ji aliyê çend çalakvan, azadîxwaz û kesayetên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Silêmanî hate destpêkirin û ev kampnaya rojane saet 9’ê Siharê destpê dike heta 5’ê êvarê dê berdewam bike û dê ev kampanya 5 rojan dom bike.
Hewlêr
Dûh li bajarê Hewlêr ji aliyê hunermendên sendikayaên hunermendên Hewlêr ve kampanya komkirina alîkariyê hate ragihandin û dê çar rojan ev kampanya komkirina alîkariyan berdewam bike. Ev kampanya li avahiya Navenda Yekîtiya Hunermendên Hewlêrê saet di navbera 10:00-18:00 de berdewam bike.
Germiyan
Li bajarokê Kelar ya navenda îdareya Germiyanê bi pêşengiya çalakvan, welatparêz, jin û ciwanan bi navê ‘Kampanya Encûmena Alîkariya Germiyan’ ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dan destpê kirin.
Beşek ji rêxistinên Germiyan li bajarê Kelar bi dirûşmeya ‘Germiyan hertim li gel mexdûrane’ li ber derê mala Hacî Aho yê xêrxwaz çadir danîne û rojane alîkariya gelên Germiyan kom dikin.
Raperîn
Dûh li zanîngeha Raperîn li Ranya navenda îdareya Raperîn kampanya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Hemwaletî bi awayek baş pêşwaziya kampanyayên alîkariyê dikin û bejdar dibin.
Koye
Dûh li salona Necîbe Xan ya li kêleka cihê lîstokvana sereke ya bajarokê Koye kampanya komkirina alîkariyê destpê kir û dê heftiyekê berdewam bike. Roj saet 9’ê heta 6’ê êvarê dê alîkarî werin komkirin.
Beşek ji hemwelatiyên bajarokê Teq Teq a Koyê dest bi kampanya komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê kir û alîkariyan kom dikin.
Kerkuk
Dûh rêxistina Mîna li nêzî Şîrîniya bi tam ya bajarê Kerkukê, dest bi komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê kir.