Kongra Star plansaziya xwe ya 6 mehan diyar kir
Kongra Star, piştî kongreya xwe ya 9’emîn yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de plansaziya xebatê ya 6 mehan hat çêkirin û berdevka xwe diyar kir.
Navenda Nûçeyan - Meclîsa Kongra Star, piştî Kongreya xwe ya 9’emîn bi beşdariya hemû endamên sazî û komîteyên jin ên Kantona Qamişlo yekemîn civîna xwe li dar xist.
Di civînê de ji vekirina xebatên perwerdeyê yên navendî heta destpêkirina kampanyaya ekolojiyê ku dê li tevahiya herêmê dewam bike, gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di civîna ku plansaziya xebatê ya 6 mehan hat kirin de, her wiha Rîhan Loqo weke Berdevka nû ya Kongra Star hate diyarkirin.
Di civînê de bi van sernavan biryar hatin girtin:
“* Nirxandinên dorfireh û veguhestina kongreyê li hemû herêman, gund û bajaran, rêxistin, sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser.
* Plansaziya 6 mehan ji hemû meclisên kanton, şax û saziyan hate danîn.
* Nirxandin û plansaziya li darxistina Konferansa Mala Jinan di nav şeş mehan de.
* Plansaziya Çalakiyên 8'ê Adarê hate nîqaşkirin.
* Destpêkirina kampanya ekolojiyê li her deverê were kirin.
* Vekirina dewreyên perwerdekirina navendî.
* Li ser komîteyên nû yên hatine avakirin, werin nîqaşkirin û bên danasîn.”
Plansaziya 6 mehan hat kirin
Li ser mijarên ku di civînê de hatin diyar kirin plansaziya 6 mehan hat kirin.
“* Ji 4`ê Sibatê heta 15'ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî hemleya çalakiyan were destpêkirin.
* Amadekariya 8 û 21'ê Adarê û 4`ê Nîsanê were kirin.
* Di navbera 6 mehan de Konferansa Mala Jin bê lidarxistin.
* Ji bo pêkanîna qanonên jinan li heremê bi giştî, kar û xebat werin pêşxistin.
* Di milê pîşeyî de jin werin bi pêşxistin.
* Perwerdeyên vekirî û yên girtî û semîner li ser jineolojiyê û hevjiyana azad werin dayîn.
* Rêziknameya Kongra Star wê di van her şeş mehan de were xwendin.
* Komîn werin çalakkirin.
* Ji bo jinên di kampan de xebatên taybet û serjimarê bên çêkirin.
* Ji bo pêşxistina tenduristiya jin û komînan heremên nimûne (pîlot) werin diyarkirin.
* Ji bo pêşxistina aboriya jin, kar û xebatên taybet werin kirin.
* Ji bo pêşxistina hişmendiya ekolojî hemle were destpêkirin.
* Pêşxistina baxçeyên Jina Azad.
* Encama kar û xebatên konferansan û kongreya 9`emîn bibin pirtûk.”