Kiryarên dewleta Tirk a li dijî mexdûrên erdhejê hat şermezarkirin
Qada Civakî ya Kongra Star der barê erdheja ku 6’ê Sibatê navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û bandorê li gelek bajarê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyeyê kir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a li dijî mexdurên erdhejê hat şermezarkirin.
Qamişlo – Qada Civakî ya Kongra Star der barê erdheja ku 6’ê Sibatê navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û bandorê li gelek bajarê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyeyê kir daxuyanî da. Di daxuyaniya ku Endamên Kongra Star, qada Civakî, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn, bal li ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî civakê ku nahêle alîkarî derbasî heremên erdhejê bibe hat kişandin û banga piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.
Siyaseta nîjadperestiyê
Di daxuyaniya ku li ber Gulîstana Helebçe ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn de sersaxî ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hat xwestin û wiha hat gotin: “Li kêlek vê erdhejê siyaseta AKP-MHP jî li dijî kurdên Bakurê Kurdistanê berdewam dike. erdhêjek çêbûye ku karesatek mezin tê jiyîn, lê dewleta tirk alîkariya gelê me yê Bakur Kurdistanê re nake. Alîkariyên ku diçe dide sekinandin û nahêle derbasî cihên erdhejê bibe. Em hemû dizanin ev erdhej piranî bandor li herêmên kurdan çêbû, lê vê erdhejê jî li gor siyaseta xwe bi dest digirin û dimeşînin ku ev jî cardin dikeve beşa qirkirina kurdan û nijadperestiyê.”
Di daxuyaniyê de kiryarên ku li dijî mexdûrên erdhejê tê kirin hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Di heman demê de ev erdhej bandor li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir ku herêmên me yên Heleb û Şehbayê zirar dîtin. Li kêlek wê li Efrînê jî çêbû û navçeya Cindirês jî bandor bû û tu kes neçûye alîkariya wan. Em weke Qada Civakî ya Kongra Star bang li saziyên mirovî û navneteweyî dikin ku dengê gel bibihîsin û alîkariya gel bikin.”
‘Em êşa gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê ji nêz ve hîs dikin’
Rêveberiya Qada Civakî ya Kongra Star Menîce Heydar jî wiha got: “Ev çar roj in li ser buyera erdhejê re derbas dibe ku gelek zehmetiyên mezin li ser gel ava kir. Siyaseta Erdogan a faşîst di her derê de dewam dike ku bi erdhejê re jî siyaseta xwe ya tunekirinê dom kir. Îro kurd li her aliyan alîkarî rêdike ji kesên erdhejê re, lê dewleta tirk dest datîne ser û nahêle ew alîkarî biçe ji gelê me re, yan jî bi navê partiya xwe belav dike. Heta niha jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ye û neçûne hawarê wan. Di rojên wiha de wîcdanê însanan diêşê, ji lewra divê hemû saziyên mafê mirovan xwedî sekin û helwest bin. Em wek rêxistina jin ji bo alîkariyê amade ne. Em êşa gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê hîs dikin û ji bo me gelek giran bû.”