Fatoş Goksungur: Dewlet erdhejê kir amûra qirkirinê

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur destnîşan kir ku yên ji Qetlîama Mereşê rizgar bûne, piştî erdhejê ji aliyê desthilatê ve bi zanabûn dibin xirbe û kavilan de hatin hiştin û got: “Bi erdhejê re erdnîgariya Kurd û Elewiyan bi qirkirinê re rû bi rû ye.”

BÊRÎTAN SARYA

Ji ber erdheja 6’ê Sibatê ya bi pileya 7,7 û 7,6’an a li Bakurê Kurdistanê rû da, li 10 bajaran rê li ber ziyanên mezin vekir û bû sedema ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bide. Desthilata AKP-MHP’ê piştî erdhejê ji bo Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, nekete tevgerê û ti tîmên rizgariyê neşandin.

Hevseroka Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Fatoş Goksûngûr a bi xwe ji Bazarcixê ye, bal kişand ser rola desthilatê ya di karesata Bazarcixê û diyar kir ku dewletê piştî erdhejê xelkê herêmê terkî mirinê kirin.

Goksûngûr bal kişand ku mirovên Mereşê ku ji Qetlîama Mereşê ku mirov bi saxî di berojên mezin de hatin keland û zikê dayîkên ducanî hatin çirandin, xwe li ser lingan girtin, bi nasname û baweriya xwe dijîn; dev ji rûmeta xwe bernedan û got: “Bi vê erdhejê re dewletê van mirovan hemûyan li ber çavan, mehkûmî mirinê kirin.”

‘Yên ji qetlîamê rizgar bûn, piranî di bin kavil û xirbeyan de ne’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr qala Qetlîama Mereşê kir û got: “Sala 1978’an di serî de Bazarcix û Mereşê komkujiyek pêk hat. Bi hezaran kes bi destê dewletê hatin qetilkirin. Kurd û Elewî ji ber nasnameya xwe ya Qizilbaş hatin koçberkirin. Qetlîama Mereşê bi temamî ji bo guherîna demografiyê bû. Dewletê bi qetlîamê nekarî Mereşê tine bike. Ji ber ku Mereş yek ji wan herêman bû ku têkoşîn zû nasî û girêdayî bû. Ji ber vê yekê dewletê asîmlasyon û qirkirin li ser civaka Mereşê dixwest pêk bîne. Yên ji qetlîamê filitîn piştî 45 salan di bin xirbe û kavilan de ne. Divê ev yek baş bê zanîn. Bi vê erdhejê re di serî de civaka Mereş û xeta Elweiyên Kurd bi qirkirinê re rû bi rû ne.

Yên ji qetlîama 1978’an li Mereşê rizgar bûn, piraniya malbatan jiyana xwe ji dest dan an jî di bin kavilan de ne. Sê roj li ser erdhejê re borî, ji ber şertên sermayê û seqemê, negihiştina alîkariyê fikar hene ku mirovên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest bidin. Bi îhtimaleke pir mezin ji ber sermê û bê aviyê jiyana xwe ji dest dabin. Trajediyeke wiha heye.”

Goksûngûr anî ziman ku ji xizmên wê hê jî di bin xirbeyan de ne û got: “Ji Qetlîama Mereşê bi saxî rizgar bûn, lê ber erdhejê ketin û bi din kavilan de mane. Ev rewşeke pir giran e. Zavayê min ku ji malbata wî 9 kes di Qetîama Mereşê de şehîd bûne, xweha wî û keça wê di bin kavilan de ye. Dîsa gelek malbatên berdêl dane, di bin xirbeyan de ne. Erê ji Mara ji qetlîamê rizgar bûn, lê bi erdhejê re bi destê dewletê terkî mirinê hatin kirin. Ferdên vê malbatê 3 rojin di bin xirbeyan de ne. Zimanê min nagere, dibe di bin vê sir û seqemê de ne mimkûne ku sax mabin.”

‘Ti dewlet mîna faşîzma AKP-MHP’ê nêzî civak û gelê xwe nabe’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngur bal kişand ser daneyên hikûmeta Tirk a li ser qurbaniyên erdhejê û wiha domand: “Bi deh hezaran mirov ji ber erdhejê li dervene û di bin kavilan de ne. Em dizanin daneyên li ser qurbaniyan tên parvekirin ne rastin. Em niha qala herêmeke welê dikin ku mîna cehenemê ye. Em bi qirkirin û qetlîamê re rû bi rû ne. Ti welat mîna faşîzma AKP-MHP’ê wiha zalimane nêzî mirov û civaka xwe nabe. Di rewşeke wiha de li welatek din, bi lez û bez tîmên hewarî û rizgariyê dikevin tevgerê. Xwarin û pêwîstiyên taybet tên dabînkirin. Ev 3 roj in, bihêlin alîkariya dewletê, alîkariya ku gel bi xwe dike bi destê dewletê tê astengkirin û dest datînin ser. Ji ber ku herêma erdhejê Kurd, Elewî û dîsa Elewiyên Ereb lê dijîn. Rastiya dewleta Tirk a yek hişmendîparêz ji derveyî Tirk û Misilmanbûnê qebûl nake, bi vê erdhejê re derket holê.

Gokgûngûr anî ziman ku çavê hemû cîhanê li erdhejê ye, deweleta Tirk jî herêmên erdhejê terkî mirinê kirine û ev nirxandin kir: “Tên tecrîdkirin. Ev yek vekirî qirkirin e. Li ber çavan polîtîkaya qirkirinê tê kirin. Em hemû dizanin AFAD çiye? AFAD sala 2009’an hatiye avakirin û sazyeke ya AKP’ê ya diz, talanê ye. AFAD ti demê di wexta xwe de neçûye herêma erdhejê. Em dibihîsin ku tîmên bi AFAD’ê re hatine şandin bê amûr bûne û mirov rizgar nekirine. Di rewşeke welê de ye ku mirov terkî mirinê hatine kirin.”

‘Mizgeftên seyar dişînin herêmên ne Misilman’

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr bal kişand ser dijminiya dewletê ya li civak û gelan ev anî ziman: “Di karektera vê dewletê de dijminahiya li gelan heye. Dema em îro li herêmên erdhejê dinêrin, li herêmên ku gelên derveyî senteza Îslamî ya Tirk erdhej bûye, bi hezaran kes li bin kavilan in, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, şaredariyên AKP’ê, walîtî li herêmên erdhejê mizgeftên seyar danîne. Ev yek ne ber aqile. Henekê xwe bi mirovan kirine. Bi civakê re henek kirine. Ji bo herêmên Elewiyan şandin peyamek zelal e.”

‘Dewlet rê nade alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê; dest datîne ser’

Goksûngûr qala astengiyên AKP’ê ya ji bo alîkariya ji mexdûran re tê şandin kir û got: “Dewlet alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê tê şandin asteng dike. Şaredariya HDP’ê ya Patnosê ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî şand, ji aliyê dewletê ve hate astengkirin. Li Colemêrgê walîtiyê alîkariya hate komkirin asteng kir. Dîsa li Wanê alîkarî hate berhevkirin hatin girtin. Dîsa alîkariya ku bi hevkariya Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (RKAN) ji Enqere, Konya Cîhanbeyl û Kûlû ji aliyê Kurdistaniyan ve hatibû berhevkirin, ji aliyê walîtiyê ve hate astengkirin. Li gorî agahiyên em girtî, ketin û derketina Mereşê hatiye kontrolkirin, rê nade ku ti alîkarî bê şandin û bigihêje wan.

‘Îlankirina Rewşa Awarte, tê wateya şer, zext û qirkirinê’

Goksûngûr qala îlankirina Rewşa Awarte ya li herêmên erdhejê jî kir û diyar kir ku piştî îlana Rewşa Awarte kesên ku li ser Twîterê diyar kirin ku alîkarî neçûne hatin biçavkirin û wiha domand: “ Ji xwe bi salan e Kurd li wir di nava Rewşa Awarte de dijî. Dema tê gotin Rewşa Awarte, şer zext, qirkirin e. Ji hemû derfetên jiyanî mehrûmkirin e. Ji bo Kurdan Rewşa Awarte ev e. Hewl dan ku rojnamevanan asteng bikin ku kar li herêmê nekin. Erdogan li ser televîzyonê heqaret û gef li kesên ku rexne li hikûmetê digirin kir.”

‘Tişta ji destê me bê em ê bikin, lê hikûmet daxwazeke wiha negihandiye me’

Hevseroka KCDK-E’yê Goksûngûr bal kişand ser helwestên dewletên Ewropa yên li ser Tirkiyeyê jî û ev nirxandin kir: “Divê dewletên Ewropa di vê rewşê de zextê li Tirkiye bike. Duh ez li gel rayedareke Elman li ser karesata li herêmê axivîn û min diyar kir ku divê bajarê konan bê danîn. Ew rayedar ev ji bo min got; ‘Tişta ji destê me tê em dixwazin bikin, lê li gorî hiqûq navdewletî heta dewletek mexdûr alîkarî nexwaze, dewlet alîkarî nake. Di hiqûqa dewletên navneteweyî de tiştek heye. Em ji her cûre alîkariyê re amade ne, tevî bangên em jî heta niha daxwazeke hikûmeta Tirk nebûye.’ bersiv da min.”

‘Em ê bi hev re birînan bipêçin û hesabê ji berpirsan bixwazin’

Her dawî Goksûngûr li ser kar û xebatên wan ên li Ewropayê ev agahî da: “Ji kêliya ku erdhej pêk hatî em KCDK-E bi hemû avaniyên xwe re civiyan. Ji bo alîkarîkirina mexdûrên erdhejê me maseyek ya krîzê da avakirin. Bi kordîneya Heyva Sor re ji bo komkirina alîkariyê dest bi kampanyayekê kir. Bi awayeke fermî Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereş (MARDEF) dest bi kampanyayekê kir. Li Ewropayê du kampanya bi hev re dimeşin, eleqe û alîkariyeke zêde tê kirin. Mirovên me dixwazin biçin wir alîkariyê bikin. Ji ber rê girtî ne gelek mirovên em li balafirxaneyan asê mane, nikarin xwe bigihînin herêmê. Rê nadin ku mirovên li wir alîkariyê bikin û mirovan ji bin kavilan derxînin. Di serî de tevgerên Elewî, Êzdi, Suryanî, Ermenî, Sosyalîstên çep ên Tirkiye, di nava yekîtiya hêzê ya demokratîk de bi hev re kar dikin. Saziyên Elman, Swîsreyî, Kanadayî ji alîkariyê re amade ne û destekek xurt heye. Mixabin ji ber vê navbera dûr alîkariyên em dikin an nagihêjin an jî ji bo xilaskirina ruhî alîkariya fîzîkî nikarin bikin.

Ev piştevanî pir girîng e. Ji ber ku enceq bi piştevaniyê jiyîn dibe. Gelê me bi qirkirineke mezin re rû bi rû ye. Erê sarma, birsîbûn û rêbazên dewletê hene, Kurdistaniyên em wê ji vê karesatê jî xilas bibin.

Bi hezaran mirov di bin kavilan de ne, her yekê çîrok û serpêhatiya xwe heye. Em hewar û bangên ji bin xirbeyan ji bo rizgarbûnê dibîhîsin. Her nefesa digire ji bo me girîng e. Em ê bi hev re birînên vê karesatê bipêçin û ji berpirsan hesab bixwazin.”