Li Etiyopyayê lêhî rabû: 20 kes jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ji ber barana zêde lêhî rabû. Di encamê de 20 kes jiyana ji dest dan û 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Somalî ya li rojhilatê Etiyopyayê ji ber barana zêde lêhî rabû. Di daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya dewletê ya herêma Somalî de hate ragihandin ku xisar li pir û rê bû û xwegihandina herêmên ku lehiyê bandor lê kiriye zehmet bûye.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, “Di vê astê de ji ber lehiyê zêdeyî 20 kes jiyana ji dest dane, 12 hezar malbat jî ji cih û warê xwe bûn.” Hate ragihandin ku ji ber baranê rîska lehiyê hîn jî zêde ye.