Li Elmanyayê nêzî 17 hezar zarokên keç dibin metirsiya sinetkirinê de ne

Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes a li Elmanyayê, bi boneya 6’ê Sibatê Roja Navneteweyî ya Dijî Sinetkirina Jinan ragihand ku tenê li Elmanyayê, nêzî 17 hezar zarokên keç di bin metirsiya sinetkirinê de ne û got ku ew pêkanîn bi veşartî tê kirin.

Navenda Nûçeyan- 6’ê Sibatê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek Roja Navneteweyî ya li dijî Sinetkirina Jinan hatiye ragihandin, diyardeyeke ku her sal bi mîlyonan jin dibin qurbanê vê diyardeyê û encamên wê qet bi dawî nabin. Sinetkirina jinan, di sala 1989’an de ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê ve hatiye qedexekirin. Li gorî peymana mafê mirovan a madeya 19 û 24’an qedexe ye zarokên keç werin sinetkirin.

Rêxistina mafê jinan Terre des Femmes, bi boneya rojê daxuyaniyek belav kir û hate gotin ku tenê li Elmanyayê, nêzî 17 hezar zarokên keç di bin metirsiya sinetkirinê de ne û got ku ew pêkanîn bi veşartî tê kirin.

Li Elmanya zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene

Li gorî Terre des Femmes îro li Elmanya zêdetirî 100 hezar zarokên keç û jinên sinetkirî hene û zêdetirî 17 hezar zarokên keç jî li welêt di bin metirsiya sinetkirinê de ne.

Li ser mijarê pisporê rêxistina mafên zarokan Plan International, Edell Otîeno van agahiyan da; “Di 6’ê Sibatê de Roja Navneteweyî ya Dijî Sinetkirina Jinan de, ji ber rîska heyî, em dixwazin bi rêxistinên hevkar re hişmendiya derbarê sinetkirina jinan de zêde bikin. Pir girînge ku pisporên ji sektora tenduristî û civakî (wek pîrik, bijîşkên zarokan an xebatkarên civakî) agahdar bikin.”

Li hemû welatên li Ewropa sinetkirina jin û zarokên keç veşartî rû didin

Rêjeya sinetkirina zarokên keç, li welatê Elmanya heman demî de gumanan jî zêdetir dike ku li hemû welatên li Ewropa jî ev pêkanîn veşartî rû didin. Tê texmîn kirin ku welatekî din ku rêjeya sineta jin bilinde Fransa û Belçîka be, lê heya niha agahiyên zelal li ser rêjeya pêkanînê ya li wan welatan nehatine parvekirin.