'Divê em jin û zarokên keç ji her cure îdeolojiya paşverû rizgar bikin'

Ji Navenda Lêkolînên Jineolojî Sidiqa Halo, diyar kir ku pêwîst e jin û zarokên keç ji her cure îdeolojiyên paşverû bên rizgarkirin û da zanîn ku li dijî tundiyê xebatên wan ên hişyarkirinê didomin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê - Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kobanê di 6’ê Adara 2019’an de li Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Navend bi armanca parastina nasname û kesayeta jinan, li ser mijarên tundî, pirzewacî, zewacên di temenê biçûk de ku jinan eleqedar dike dixebite.

Navenda Lêkolînên Jineolojî, der barê sedemên diyardeya tundiyê, cureyên wê û tiştên ku jinan jiyane de xebatek da meşandin. Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Sidiqa Halo ya ji Kobanê ya herêma Firatê der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî. Sidiqa Halo got: “Xebatên me girêdayî lêkolînên berfireh in. Destpêkê em pêwîstiyên jinan di nava civakê û qadan de tesbît dikin û bi taybetî hewl didin pirsgirêkên ku li hemberî pêşketinên jinan dibin asteng çareser bikin.”   

Tundî berdewam dike

Sidiqa Halo der barê sedemên lêkolîna navendê de wiha got: “Divê her xebata ku em bidin meşandin sedemên wan ên îqnakirinê hebin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel şoreşa jinan a Rojava li gelek qadan xebatên der barê jinan û civakê de didomin. Li vê herêmê her çendî hejmara gilîkirinê kêm e jî  em dizanin tundiya li dijî jinan berdewam dike. Me ev bi saya xebatên ku dane meşandin ferq kir û tesbît kir ku li herêmên me tundî belav bûye, di hinek rewşan de rê li ber komkujiyên jinan vedike. Di demek nêz de jinek ku di encama tundiyê de ber bi întiharê ve hat kişandin, em neçar kirin ku der barê diyardeyên tundiyê de lêkolînên xwe li giştî herêma Firatê berfireh bikin.”

‘Ji bo pêşerojek azad divê tundî bi dawî bibe’

Sidiqa Halo destnîşan kir ku gelek cureyên tundiya li dijî jin û zarokên keç hene û wiha got: “Li dijî jin û zarokên keç hem tundiya fizîkî hem jî ya psîkolojîk tê kirin. Jinek ji aliyê hevjîn, bav û birayê xwe ve rastî her cure tundiyê tê. Tundî destpêkê bandorê li jinan û piştre jî li hemû civakê dike. Jin di mal û cihê kar de rastî tundiya fizîkî û psîkolojîk tên. Berdewamkirina van cureyên tundiyê wê bandorê li nifşên nû jî bike. Ji ber wê ji bo civakek azad û pêşerojek azad, destpêkê divê em dawî li tundiyê bînin. Divê em jin û zarokên keç ji her cureyê îdeolojiya paşverû rizgar bikin.”

‘Bûyerên tundiyê hatine belgekirin’

Sidiqa Halo der barê analîz û lêkolînên ku li ser diyardeya tundiyê kirine de wiha got: “Di analîzan de ji derveyî sedemên tundiya li dijî jinan û cureyên wê temenê kesên rastî tundiye hatine jî cih girt. Lêkolînên ku çavkaniya xwe ji çîrokên rast digrin hatin meşandin. Bi van jinan re civîn û goftûgo hatin kirin. Lêkolînên me bi hevkariya Mala Jin, Rêxistina Têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê ya Sara, navendên ku di mijara parastina pirsgirêkên jinan de pispor bûne û hêzên ewlekariya navxweyî ya li dijî jinan hatin kirin. Di nava sedemên herî girîng ku diyardeya tundiya li dijî jinan were belavkirin de em dikarin zîhniyeta mêrsalarî û urf û edetên paşverû rêz bikin. Ji bo ku em diyardeya tundiya li dijî jinan ji holê rakin, ji bo jinan ji urf û edetên paşverû rizgar bikin, me di destpêka meha Mijdarê de dest bi xebatan kir. Di lêkolînên me de îstatîstîkên rêjeya jinên ku rastî êrîşên zayendî hatin cih digre. Komîteya Tendirustiyê li aliyekî ve piştgiriya tibî dide jinên rastî tundiyê hatine, li aliyê din ve jî bûyerên tundiyê belge dike. Em di lêkolînên xwe de sûdê ji van belgeyan digrin.”  

‘Xebatên hişyarkirinê tên meşandin’

Sidiqa Halo di berdewamiya axaftina de da zanîn ku lêkolînên xwe yên ku di serê salê de li dijî tundiya li dijî jinan dane destpêkirin de da zanîn ku bi riya xebatên hişyariyê, semînerên diyalogê û foruman li dijî tundiyê xebatên hişyarîkirinê didin meşandin û wiha domand: “Li gorî encamên xebat û lêkolînên ku em li ser xebitîn, ne tenê li herêma Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tundî dê kêm bibe. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê pêwîstiya me bi demek dirêj heye. Civakek ku li gorî urf û edetan dijî di nava yek du salan de guherîn ne gengaz e. Em dikarin jinan û bi giştî asta hişyariya civakê bilind bikin, behsa girîngiya nasname, heqîqet, rola jinan a di civakê de bikin, em ê bikaribin hinek tiştan biguherînin.”